Mamosteyên kurdî li benda kadroyê ne

Mamosteyên kurdî li benda kadroyê ne

Mamosteyên kurdî li benda kadroyê ne

Li Tirkiyeyê zêdetirî hezar û 500 mamosteyên kurdî li benda kadroyê ne.

Mamosteyên kurdî yê ji Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardin Artukluyê derçûyîn ji ber ku sozên dayîn wan nehatine cih, daxuyaniyek dan.

Mamoste, li ber avahiya rektoriya Zanîngeha Mardin Artukluyê kom bûn û li vir daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Mizgin Turgay a ku li ser navê mamosteyan daxuyanî dayî, got piştî diyarkirina Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan a di Hezîrana 2012an de ku li ser dersa bijarteya kurdî kirî, hinek zanîngehan beşa mamostetiya kurdî vekir. Lê belê hi ber ku tayîna van kesan pêk nehat, 2 sal in ev kes bê kar in.

Mizgin Turgay got Wezareta Perwerdê, tayînbûna  mamosteyên kurdî bi îstatîstîka bijartina dersê ve girêdaye û wiha axivî:

“Bijartina dersa kurdî, di hefteya dawî de hat despêkirin ku vê hefteyê tu xwendekar ne li dibistanê bûn. Li geleh cihan jî bi hêceta “Mamosteyê kurdî tune” ders nehat hilbijartin. Tirkiyeyê zêdetirî hezar û 500 mamosteyên kurdî li benda kadroyê ne.”

Cihgirê Rektorî Prof. Dr. Kadri Yildirim jî beşdarî daxuyaniyê bû û got “Di gel peymana me ya li gel Wezareta Perwerdê, me pirtûkên dersê amade kir û zêdetirî hezar û 500 kesî jî mezûn kir.”

Herwiha Yildirim diyar kir ku li gorî peymanê, wan soza, herî kêm bi statûya “mamostetiya peymanî” bên tayînkirin ji rayedaran standibû.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.