Meal û Tefsîra Sûrê Beqere-2

Li feqet li gorî Qur’anê însan, ne tene Musulmanê mutteqî ya jî rasterast kafirên aşkerene.

8. Di nav însana de mirovin were henin ku, di heqîqetê de tevî baver ne kirinin jî, dibêjin me jî bi Xweda û bi roja axretê îman anî ye bawerkirîye.

9. Bi vî awayî dixwazin Xweda û însanê mümin ê bawermend goya bixapînin. Lê belê bi tene ew xwe di xapînin, lê ne di ferqa wê de nin, ne di wê şuurê de nin, nizanin.

10. Ji ber ku di dilê wan de bi sedema kibir, înad, nankorî, xudbînî, exlaqê xerab nexweşîkî m’anewî bi wan re heye, û nahêle bighêjin îmana heqîqî. Xweda jî ji ber nêta wana xerab nexweşîya wan bêtir zêde kirîye. Bawerîya rast û li gorî wê bi tevgerê xweşik, ‘emelê Salih vê nexweşîya tedawî nekirine, li gorî sunettullahê di wextê de ew nexweşî muzmîn bûye, kronîk bûye û ew aqîbeta karesatî, fecî, wan tîne rû bi rû; Ji ber dewamî derewa dikin, ji wan re ezabekî elîm bi êş heye.

Durûtîya wan munafiqa ji van wesfan tê naskirin:

11. Wexta ji wan re tên gotin, li ser rûye erdê berhevdanîya, tevlihevîyê nekin, jîyana xwe ya şexsî û civakî, ne li gorî pîvana menfeet û qezenca xwe, li gorî çarenivîsê Qur’anê bi esasê edalet, rastî û fezîletê nîzamê bidinê! Ji ber qistasa wan xerabûyî di bêjin na, encax em ew kesê islah dikin rastkerin. Ji başîyê pêvtir tu xaya me, armanca me tuneye.

12. Hûn baş zanibin, ewana ê tevlihevîyê dikin ew bixwenin, lê hema ne di ferqa wêdenin. Ji ber ku ew civakîyê, rûyê xwe ji vehya îlahî vedigerînin, dejenerebûna qistasê wanênin wek başî-xerabî, rast-derew, xweşik-krêt, bi feyde-zirar, insanîyetî û exlaqî xerabûye, tevlihev bûye, nebaşî nayê m'anîkirin.

13. dîsa jî kengê ji wan re tên gotin, “werin dev ji vê durûtîya xwe, munafiqtîya xwe berdin, wek wan însanên dinê çawa bawerkirine gorî dînê heq hûn jî îmanê bînin bawerkin! Dev ji kibr û înadê berdin, guhê xwe bidin vehyê û pêgir û teslîmî emrê heq bibin!” dibêjin emê jî wek wanê sefîh bê aqil îmanê tînin bawer dikin ma em jî rabin wekî wan îmanê bînin? bawer bikin. Vê kêf û zewqa dinyayê hebe, em jî rabin bidin dû sefseteyên rastî, fezîlet û fedekarîyê û em ji dev kêfa xwe berdin. Ma însanê wek me serdest, bi qîmet, Bime dikeve wek wan însanê serê wan teng, yobaz em bi wan re îmanê bînin, li ser eynê fikrê bin. Hûn baş zanibin, ewana bi rastî jî kesên sefîh bê aqilew bixwenin; lê ne di wê şuûrê hişmendîyê denin.

14. wexta pêşbazîya rastîhevhatina însanê mumin bawermend dibin, dibêjin “me jî îman anîye” bawerkirîye. Lê feqet ew wan şeytanê xwe yê li piş perdê, wan serokê rê li ber wan dixîne, goya ew akilmendê xwe bi tenê dimînin, dibêjin “di rastîyê de em li alîyê wenin, Hûn nenerin em qala Muslumantîya xwe dikin, em wanî bi tenê tinaza henekê xwe bi wan dikin.

15. Halbûkî esil Xweda bi wan tinaza heneka dike, ji ber ew tewra wanî kustex li hember heqû heqîqetê, ew nîşanên îmanê ê dawî, di dilê wan de ma bû, ew jî jê derxist, û wan dinav gewîtîya wan de tewş dihêle.

16. Evan kesananin, rîya rasterast digihîne cennetê ew rîya hîdayetê rîya rast terikandin, rîya dihere cehennemê rîya delaletê rêşaşîyê tercîh kirin. Lê feqet di vê tîcareta dunyevî de jî tu qezenc bi dest nexistin, û ji hîdayetê jî mehrûm manin, negihaştin rîya rast.

Van munafiqên ji nûra Qur’anê rûyê xwe vegerandinin, binêrin vê mîsala, çi xweşik dibêje:

17. Mîsala wan munafıqa wek mîsala wî kesê ku di şeva tarî de agir vêdixîne, û Însanê di jî, li dora wî agirî dicivin, û ji ronkaya wî agirî îstîfade dikin. Di vê mîsalê de, ê agir vêdixîne Resûlullah (as); û agirê vêdixîni jî, ew Qur’ana ku, mesaja wê wek rojê ye, ev mesaj, reşîtîya înkar û cehaletê, li ser rûyê erdê radike. Alavîyê agir wextê dora xwe ronî dike, edalet û rastîya Îslamê, li ser civaka însana dibe hakim, serdestîyê dike. Wê demê, ew gelên tîyê edaletê bûnin, xerqî kêfû xweşîyê dibin, ê di tarîtîye de, hînbûyî zilm û neheqîyê bikin, ewan zalimanan jî, ji hêrsa dev li tilîyê xwe dikin. Van însana wek her kesî, di serî de xwedîyê îmkana, anîna îmanê bûn. Ji ber kibr û çavnebarîyê, û menfîeta xwe, li hember mesaja îlahî, tewrin dijminantî datînin. Ew nîzama wana koledarî, ku bi xweyn û hêsrê mezlûma avabûye, zemanê dibînin di heje, wê gavê li hember wê ronkaya Îslamê, şere kî dijwar despêdikin. Li ser vî awayî Xwedayê te’ala, ji bo însana ew qanûnê xulqandinê çêkirîye, dikeve dewrê. Xweda, evan nankorana nûra çavê wan, û qabîlîyeta dîtina heqîqetê, ji destê wan digre û wan di nav tarîtîyê de dihêle û bi vî awayî, li hinda çavkanîya nûrê-ronkayê, dikevin nav tarîtîya înkarê. Vî awayî êdî delîlê herî aşîkar, mucîzê herî aşîkar jî nabînin.

18. Lewra ew bi şiklê manewî kerin, tehamula wan, ji bihîstina rastîyê-heqîyê tuneye. Bê zimanin lalin, fikara itirafa rastîyê-heqîyê dikin, korin, heqîqeta eşkere-xipxuya, xwe li nedîtîyê datînin. Ji ber wusa devjiber înkarê û durûtîyê bernadin, ew îmana deme kî anî bûn, û piştî wê terk kirine, êdî lê venagerin.

Di ayetên 17 û 18dan de, munafiqên bi temamî ketinin nav înkarê, behsa wan hat kirin. Di ayetên 19 û 20dan de jî, tîpin munafiqên din, hîn wanê di înkarê de qerara xwe nedane, lê belê jiber fikarên menfîetên xwe, di nava bawerîyê û bêbawerîyê de bêbiryarî mane, û tê de şaş bûnin, behsa wan dikin.

19. yan jî wana; wek wanê di şeva reş û tarî de, guregurê ewra û birûsk lê vedidin, û baranek bi şiddet li wan dike. Wek tirsa mirinê saw girtîye ser wan, li qarşî birûska goya xwe biparêzînin, tilîyên xwe dikin guhê xwe. Lê belê ew çerbikin jî bêfêdeye. xweda dora wan kafira dorpêçkirîye.

20. Wê demê de brusk wekî hema hema wê çavê wan kor bike vedi de; wexta pêşîya wan ronî dike hinkî dimeşin; wexta tarîtî dikeve ser wan li ciyê xwe disekinin! Xweda bixwesta wek li wan munafiqê gewî, çawa li wan dikir, wê ê vana jî wê guhê wan ker, çavê wan kor bikira. Madem were ye, hîn firset di destê wan de heye, bera ji xewa xefletê şîyar bibin. Eqlê xwe û dilê xwe, bi nûra Qur’anê roni bikin, û bi vê heqîqeta eşkere îmanê bînin, bawer bikin. Eger ew dev ji zulmê û neheqîyê bernedin, wê Xwedayê te’ala qelbê wan wer reş bike, êdî tu cari firseta îman anînê naynin. Muheqqeq Xweda qadirê li ser her tiştî ye.

Van tîpê munafiqa, di nezanîyê û tarîtîya kufrê de, tê de şaş bûne, bi daweta îslamê rû be rû dibin. Ev dînê, edalet û seadetê pêşkêşî însana dike, di eynê zemanî de, emrê sînga xwe ji gellek talûka veke dike. Jê wêdetir ew kesê vî emrî, bi cî neyne, bi ezabê îlahî tên tehdît kirin. Yên munafiq, ev îqazê rîya wî ronî dike, şûna wê jê îstîfade biki, goya ji bo xwe muhefeze bike, xwe danîna li kerîtiyê û nedîtiyê datîne. Di navberê de, ew xweşîya ku Îslam pêşkêşî însana dike, bi sempatî xwe zevnakê lê dinere. Lê belê, tê wexta ji bo rastî û edalet hakim bibe, cehd û xebatê û fedekarîyê bike, derhal berê xwe jê duguherê.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.