Mebûsê HÜDA PARê Faruk Dinç, serdana karkerên madenê yên ku ji bo mafên xwe di çalakiyê de ne kir

Mebûsê HÜDA PARê Faruk Dinç, serdana karkerên madenê yên ku ji bo mafên xwe di çalakiyê de ne kir

Mebûsê HÜDA PARê Faruk Dinç, serdana karkerên madenê yên endamên Bağımsız Maden-İşê yên ku bi daxwaza dayîna meaş, îxbar, qidem û tazmînatên sendîkayî li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî di çalakiyê de ne kir.

Mebûsê HÜDA PARê Faruk Dinç, bi Serokê Bajarê Enqereyê ê HÜDA PARê Ahmet Karaarslan û şandeya pê re, serdana karkerên madenê yên endamên Bağımsız Maden-İşê yên ku bi daxwaza ödeme krina maaş, îxbar, qedem û tazmînatên sendîkayî li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî di çalakiyê de ne kir.

Faruk Dinç, bi karkerên di çalakiyê de hat cem hev, guh da daxwazên karkerên madenê û mexduriyetên ku ew dijîn.

Faruk Dinç, diyar kir ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên karkeran bi wezareta têkildar re daxwaza hevdîtinê bikin, anî ziman ku armanca serdanê ew e ku nîşan bidin ku ew li pal karkerên madenê ne.

Dinç di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêka ku karkerên madenê dijîn dest bi hewldanên pêwîst bikin.

Dinç wiha got: "Inşallah em ê hem ji Wezaretê re ragihînin hem jî daxwaza xwe ya hevdîtinê ya bi Wezaretê re bişînin. Bi vê re jixwe armanca hatina me ya vir ew e ku em nîşan bidin ku em li pal we ne. Ger li cihêkî neheqîyek hebe, divê em li ber rabin. Bi rastî baweriya me vê yekê li me ferz dike. Ev tiştekî ku ji me re hatibe hiştin nîne. Ger li cihêkî neheqî hebe divê em tîk bisekinin. Inşallah di demeke nêz de ev pirsgirêka me, ev tengasiya me jî bi dawî bibe. Hene ku hûn jî vegere ser kar û barê xwe û edaletek ku hûn beramberiya keda xwe, beramberiya xuydana eniya xwe digirin bê avakirin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.