Meclîsa Misrê

Meclîsa Misrê

Mûrsî Qirar Da Ku Heta Hilbijartinek Din, Meclîs Bicive

Xeberan da zanîn ku serokcimhûrê Misrê Muhammed Mûrsî, qirara mehkema bilind îbtal kiriye. Wekî tê zanîn, mehkema bilind qirara betal kirina hilbijartina wekîlan dabû. Konseya eskeriyê jî, destek dabû vê betalkirinê. Mûrsî jî, bi qirarnameyek vê betalkirinê îbtal kir. Konseya bilind ya eskeriyê, ji bo vê tevgerê tu tenkîd pêş nekir.

Hat beyan kirin ku vê tevgera Mûrsî, rabûna li ber qirara eskeriyê ye. Konseya eskeriyê, berî hilbijartinê, der heqê rûçikandina desthilatiya serekcimhûr ya li ber eskeriyê de qirarek derxistibû, desthilatiya qanûna esasî dabû ordiyê û plana avakirina panelek eskerî ji bo pêk anîna qanûna esasî hatibû kirin. Lê Mûrsî diyar kir ku qanûna esasî wê ji teref parlementoya ji nû de bicive bê amade kirin.

Li Misrê vê tewra Mûrsî, ji her alî ve hat teqdîr kirin. Nexasim hemî ehlê Îslam kêfxweş bû. Li gor qirara Serekcimhûr, bi 60 rojan piştî tesdîqkirina qanûna esasî ya bi referandûmê, wê hilbijartina meclîsê pêk bê. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.