Meha Pîroz Remezan

Em dîsa gihaştin meha pîroz, meha Remezanê. Meha Remezanê li temamê ummeta Îslamê pîroz û bimbarek be. Û bibe wesîla xelasîya temamê Misilmanê bindest û tengasîyê de ne.

M’alûm e rojî di temamê dînê semawî de heye. Hetanî em kanin bêjin di gelek dînê beşerî de jî rojî girtin heye. Rojî, parêzgirtina ji xwarinê û vexarinê û hinek tiştê dine ye. Belkî şiklê girtina rojî yê ji hev cuda bin jî, dîsa jî girtina rojîyê di her dînî de em dinerin têde mewcûdin. Mîsal, di Xirîstîyantîyê de xwarinê giran yanî wekî goşt, xûrek ê heywanata di wextê rojîyê de naxwin.

Di Îslamê de rojî, di wextê mu’eyyen de kesê rojîyê digre ji xwarinê û vexarin û têkiliya cinsî gere xwe dûr bike.

Rojî, Ji bo her Misilmanê (çi zilam, çi pîrek) ku bi aqil be, gihîştiye balixbûnê û tu hincet nîne ku di Remezanê de rojî bigire, ferz e.

Rojî him ‘ibadet e, him jî sihhet e ji bo bedena însan a.

Emê di heqê rojîya meha Remezanê hinek ayet û hedîsa bînin ziman înşaallah.

Piştî Hîcretê sala du da de berîya herba Bedrê, meha Remezanê rojî hat ferzkırın.

Ayetê yên di derheqê rojîyê de:

“Ey Evê ku îman anî nin! Çawa ew ummetê berya we rojî ji wan re hatibû ferzkirin, ji were jî hat ferzkirin. Hêvî heye ku hûn xwe biparêzin.” (Beqere 183)

“(Rojî) royén jimartî ne. (rojî li ser we hat ferzkirin) Ê dî kî ji we nexweş be yan jî rêwî be bifitiri (qeysî rojê negirtîyî) wê di rojê din de rojîya xwe qeza bike. Ê nikaribi rojîyê bigrin (jiber ma’zeretê) qeysî feqîrkî têrbike wê fîdyê bide. Tevlî vî hawî kî ji dil xêra bike, vêya jibo wî bêtir başe. Eger hûn bizanibin, rojî girtina we ji were bêtir bi xêre.” (Beqere 184)

“Meha Remezanê ye ku Qur’an tê de hatiyi daxistin, ji bo insana re rêbere û nîşanên aşîkar ên ji bo rastîyê û xwarîyé ji hev bi qetînin. Madem wereye ê ji we bigêje meha remezanê, bera tê de rojîyê bigre. Kî di wê wextê de nexweş yan jî rêwî bin (qeysî rojê negirtîye) bera di rojê din de qeza bikin. Xweda ji were firehîyê dixwaze, tengasîyê naxwaze. Vana temamî ji bo hûn hejmarê temam bikin û ji ber ku xweda we daye ser rîya rast hûn wî ta’zîm bikin û jê re şukur bikin.” (Beqere 185)

Hedîsên Şerîf yên di derheqê rojîyê de:

"Bê uzur di meha Remezanê de yekî rojîyê negre, di şuna wê de salekê jî rojîyê bigre, qeysî wê roja meha Remezanê nagihêje sewabê." (Tirmizî)

"Meha Remezanê mehek mübarek û piroze. Xwedayê Te’ala rojîya meha remezanê li ser we ferzkir. Di wê mehê de derîyê rehmetê vedibe Derîyê cehennemê tên girtin. Şeytan tên girêdan. Di wê mehê de şevik were heye, ji hezar mehi bêtir bi qîmete. Ê ji xêra wê şevê (şeva Leyletul Qedrê) mehrûm bimînin, wek ji her xêrê mehrûm bimînin." (Nesaî)

"Ê girtina rojîya meha Remezanê ferz zanibin, û sewaba wê jî ji Xwedayê te’ala bixazin û rojîyê bigrin temamê gınehê wan tên ‘afûkirin." [Bûxarî]

"Ê rojî ya meha Remezané bigrin û bimrin, ewê herin cennetê." [Deylemî]

"Wexta meha Remezanê tê; Tên gotin, “Ey ehlê xêrê ber bi xêrê de birevin! Ey ehlê şer hûn jî destê xwe ji nebaşîya bikşîne." [Nesaî]

"Remezan meha bereketê ye. Xwedayê te’ala di vê mehê de guneha ‘afû dike, du’a qebûl dike. Heqqê vê mehê bi ç’av bikin! Ancax wanê wê herin cehennemê, di vê mehê de, ji rehmê mehrûm dimi nin." [Teberanî]

" Zemanê meha Remezana şerîf tê, Xwedayê te’ala ji melaîketa re emrê îstîğfara mu’mina dike." [Deylemî]

"Nimêja ferz, hetta nimêja dinê; înî, hettanî îna din; meha Remezanê, hettanî Remezanikdin, ji guneha re dibin kefaret." (Teberanî)

"Rojî ya Remezanê ferze, terawîh sunnetin. Ê di vê mehê de rojîyê bigrin, û şevê xwe jî bi ‘îbadet derbas bikin gunehê wan tên ‘afûkirin." [Nesaî]

"Ê di rêya Xwedê de rojekê rojîyê bigre, Xwedayê te’ala heftê salî ruyê wî ji agir dûr dike." [Muslîm]

"Pakijî nivê îmanê, rojî nivê sebrê ye." [Muslîm)

"Ew sifra Xwedayê te’ala ku tije n’îmetin, ne ç’ava dîye, ne guha bihîstî ye û nayê xeyala tu kesî, ancax ê bi rojî li ser wê sifrê rûdinin." [Teberanî]

"Ê bi rojî be û bimre, hettanî roja qiyametê wek rojî girtibe wê jê re sewab bê nivîsandin." [Deylemî]

Ustad Bedîuzzeman Se’idê Kurdî di derheqa rojîyê de wiha dibeje;

  • Rojîya di meha Remezana Şerîf de yek ji prensîbên yekem ên Îslamê ye (pênc şertên bingehîn). Him ji mezinên şe’air ê Îslamî ye.
  • Rojîgirtina di Remezanê de mifteya şikiriyeke rast û pak, bilind û giştî ye.
  • Remezana Şerîf; Di vê dinyaya fanî de, di jiyana fanî de û di jiyanek kurt de, jiyanek baqî û dirêj digre hundirê xwe û di de qezenckirin.
  • Gelek hîkmetên rojîya Remezanê hene; Hîkmeta wê heye ku hem li rubûbîyeta Xwedayê mezin, hem jî li jiyana mirov a civakî, hem jî li jiyana wî ya kesane, hem jî li terbîya nefsê, hem jî wan n’îmetên Xweda daye li dijî wan n’îmeta şikirkirina ji Xweda re dinêre.
  • Belê, meha Remezanê bi tena serê xwe dikare semeratek heştê salî bi de qezenckirin. Li aliyê din şeva Leyletul Qedrê jî bi ayeta Quranê ji hezar mehan bi xêrtir e û veya bi vî sirrî huccetek qet'îye.

Xweda’yê Te’ala me ji rehmet û bereketa vê meha mubarek mehrûm neke. Amin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.