Mektûba Muhemmed Bîltecî
Muhemmed bîltecıyê dı hepsa mısrê de jı keça xwe şehîde esma bîltecî re mektûbek nıvîsand.
Muhammed Bîlteciyê di Zindanê de girtî, bi hinceta salvegera şehadeta keça xwe Esmayê par di qetlîama Rabîayê de hatibû qetilkirin, nameyek ji keça xwe re nivîsî.
Bîltaciyê Endamê îdara Partiya Edalet û Hurriyetê weha xîtabî qîza xwe kir:
"Keça min a delal, hew Xwedê dizane ku ez çi qas bi hesret û kesera te me. Ez ji bo vê hesret û keserê sebir dikim, vê sebrê jî tenê Xwedê dide. Encax tu di heman demê de di nav me de dijî û te hîç em terk nekirin. Heta dayîka te di ziyareteke zindanê de sond xwar û got ku 'Esma di nav me de dijî'. Min jî got 'tu rast dibêjî'. Erê ew li cem Rebê xwe rizqê xwe distînin. Dema ku diya te keç û xortan dibîne, keç û xort ji diya te re dibêjin ku em rastî gelek pirsgirêkan tên û di xewna xwe de Esmayê dibînin. Esma di xewnê de mizginiyê dide me, şîretan li me dike û ji me re dibêje heta ku hûn ji tengasiyan difilitin, karê xêrê bikin. Min bixwe ji xwe re got ku tu çi qas karekî baş dikî keça min a delal, beriya şehadeta te û piştî şehadeta te, karên ku tu dikî çi xweş in."
Bîltacî wiha dewam kir:
“Em ji ruhê we yê paqij û mumîn hîn bûn ku di rêya Xwedê de fedakarî çawa dibe da ku azadî, edalet û heq tecellî bikin.
Wek gotinên dawiyê ez dikarim bibêjim ku em ji bo te û xwîşk û birayên te yên şehîd di her nimêjê de ji Xwedê re dia dikin ku derenca we bilind bike û me jî ji şehîdên wek we binivîse. Em ji Xwedê re diakar in ku heta me bigihîne evdên xwe yên salih ên Hewza Kewsera Hz. Mihemmed û we, sebr û sebatê bide me. Bila sehabiyên hewza kewserê bizanibin û emîn bin ku peyrewên wan ên saxlem hene û soza ku dabûn Xwedê bi cih tînin."
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.