Mela Abdulkuddüs Yalçın: Esasê qurbanê teqwa û parvekirin e
Cîgirê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Abdulkuddüs Yalçın, di daxuyaniya ku ji ber nêzîkbûna Cejna Qurbanê da de, bal kişand ser giringiya ibadeta qurbanê.
Cîgirê Serokê Giştî yê Yekîtiya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) Mela Abdulkuddüs Yalçın, beriya Cejna Qurbanê ya ku nêzîk dibe, bang li Mislimanan kir ku di serî de Xeze (Gaza), hewcedarên li coxrafyayên mazlûm ji bîr nekin. Yalçın diyar kir ku bexşên qurbanan bi rêya wekaletê dikarin bigihîjin herêmên hewcedar.
Yalçın da zanîn ku ibadeta qurbanê wesileyeke giring a piştgiriyê ye ku hişmendiya (bîra) ummetê xurt dike; bi taybetî bal kişand ser drama mirovî ya ku li Xezeyê diqewime û diyar kir ku divê şahiya cejnê bi Mislimanên li coxrafyayên mazlûm re bête parvekirin.
"Her Mislimanê ku derfeta (îmkan) wî hebe, divê qurbanê serjê bike"
Yalçın bi bîr xist ku Pêxamberê me di Cejna Qurbanê de qurban serjê kiriye û ev yek ji ummeta xwe re jî şîret kiriye û wiha axivî: "Em nêzîkî Cejna Qurbanê dibin. Navê wê li ser e; qurban. Ji ber ku têkiliya wê bi serjêkirina qurbanê re heye, navê xwe jî ji wir girtiye. Di erebî de jî jixwe wekî 'Îdü’l-Adhâ' tê binavkirin. Navê 'Adhâ' ji peyva 'udhiyye' tê, ew jî tê wateya qurbanê. Ev yek jixwe nîşanî me dide ku giringiya (ehemmiyet) serjêkirina qurbanê pir mezin e; ji ber ku cejnê navê xwe ji vir girtiye. Pêxamberê me (sallallahu aleyhi vesellem) bixwe jî di Cejna Qurbanê de du beran qurban kirine. Di hedîseke xwe ya şerîf de wiha ferman kiriye: 'Îro karê me yê yekem ê ku em ê bikin, nimêjkirin e û piştî wê jî serjêkirina qurbanê ye.' Di hedîseke din a şerîf de jî wiha ferman kiriye: 'Kesê ku îro nimêja cejnê bike û piştî wê qurbana xwe serjê bike, gihîştiye sunneta me.' Ji ber vê yekê, di Cejna Qurbanê de ji bo her Mislimanê ku derfeta wî hebe, şert e ku teqez qurbanê serjê bike. Jixwe li gorî mezhebê Şafiî sunneteke muekked e, di mezhebê Henefî de jî wacib e. Zanyarên (ulemayên) hemû mezheban jî li ser giringiya vê mijarê axivîne û di hemû pirtûkên fiqhê de derbarê vê mijarê de beşên taybet cih girtine."
"Qurban ne tenê xwarina goşt e"
Yalçın bal kişand ser ku ibadeta qurbanê tenê nayê wateya xwarin û xerckirina goşt, giringiya gihandina goştê qurbanê ji bo hewcedaran nîşan da û wiha berdewam kir: "Serjêkirina qurbanê ne tenê xwarina goşt e. Hatta Pêxamberê me, di rojên Cejna Qurbanê de li Medîneya Munewerê ferman kiriye û gotiye: 'Goştê qurbanê hişk nekin.' Ji ber ku wê demê ji ber tunebûna sarincan, goştê zêde li ber rojê hişk dikirin da ku paşê jê sûd wergirin. Pêxamberê me (aleyhissalâtü vesselâm) wiha ferman kiribû: 'Goştê qurbanê hişk nekin, heta ku heciyên we werin û vegerin.' Ji vê yekê diyar dibe ku ji bo gihandina destê hewcedaran, divê goştê qurbanê bête belavkirin."
"Divê Xeze û coxrafyayên mazlûm neyên bîrkirin"
Yalçın bal kişand ser ku di serî de Xeze, li gelek warên Îslamê Misliman di nav tengasiyên mezin de ne û diyar kir ku bexşîna qurbanan ji bo birayên li van herêman dibe hêvî. Yalçın got: "Îro wekî ku hemû Misliman pê dizanin, birayên me yên di rewşên pir giran de hene. Bi taybetî li Xeze, Afrîqa, Sûriye, Afganistan, Arakan, Yemen û li gelek cihan birayên me yên Misliman di nav rewşeke zor de ne. Dibe ku di salê de carekê jî goştê sor nebînin. Bi kêmanî heke em bibin wesile û di vê cejnê de piştgiriya wan bikin, heke ew di cejnê de vî goştî bixwin, dibe ku ev bibe sedema hinek şahî û kêfxweşiya wan. Sewaba vê yekê bi rastî pir mezin e. Inşallah dê bibe wesileya rehma Xwedê jî."
Yalçın anî ziman ku divê ibadeta qurbanê bi îhlas û dilsoziyê bête cih, û wiha axivî: "Xwedayê me wiha ferman dike: 'Ne goştê wan û ne jî xwîna wan digihîje Xwedê; ya ku digihîje Xwedê tenê teqwaya we ye'. Ango li gorî fermana Xwedê tevgerîna we, guhdana we ya ji bo fermana Wî û bersivdana we digihîje Xwedê û Xwedê qîmetê dide vê yekê. Gava em qurbanê didin, divê em ji bo rîza Xwedê û bi niyeta ku Xwedê qebûl bike bidin, da ku ew qurban jî bigihîje cihê xwe."
"Bi rêya wekaletê bexşîna qurbanan dikare bête kirin"
Yalçın da zanîn ku derfeta her kesî nîn e ku biçe herêmên hewcedar, ji ber vê yekê diyar kir ku mirov dikarin bi rêya saziyên alîkariyê yên pêbawer û bi rêbaza wekaletê qurbanên xwe bexş bikin.
Yalçın wiha axivî: "Îro jixwe ne mimkin e ku her kes rabe biçe Afganistan, Xeze an jî Afrîqayê. Ji ber wê, li wan deran sazî û dezgehên alîkariyê yên xêrxwaziyê hene ku ji aliyê birayên me yên Misliman ve hatine avakirin. Heke em bi rêya wekaletê qurbanên xwe bidin wan, dibe ku em ji dayîna li welatê xwe zêdetir sewabê bi dest bixin. Ji ber ku elhamdulîllah li welatê me derfetên me hene; hinek kêm be jî, em mîna mirovên li wan deran bi tevahî di nav bêderfetiyê de nîn in. Bi vê wesileyê, heke em qurbanên xwe bi rêya wekaletê bidin van saziyên xêrxwaziyê û wan wekî wekil destnîşan bikin, ew ê jî li ser navê me li wan deran qurbanan serjê bikin. Inşallah em ê bigihîjin sewabên qat bi qat. Xwedayê me qurbanên ku hemû birayên me yên Misliman bidin qebûl bike. Mislimanan di demeke nêz de bigihîne serkeftinê (zeferê). Zalimên ku Mislimanan dixin vê rewşa giran û dixwazin bixinê jî, bi xezeba xwe qahr û helak bike. Careke din di demeke nêz de serkeftinekê nesîbî ummeta Îslamê bike."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.