Mela Beşîr Şîmşek: Zorkirina zewacê ciwanan dikişîne nav talûkeyê

Mela Beşîr Şîmşek: Zorkirina zewacê ciwanan dikişîne nav talûkeyê

Cîgirê Serokê Giştî ê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Beşîr Şîmşek diyar kir ku zorkirina zewacê bi bendewariyên maddî û mercên giran ciwanan dikişîne nav tengasiyên mezin û banga hêsankirina pêvajoyên zewacê li malbatan kir.

Cîgirê Serokê Giştî ê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Beşîr Şîmşek di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê İLKHAyê de diyar kir ku zorkirina zewacan ji ber bendewariyên maddî û mercên giran, ciwanan ji zewacê dûr dixe. Şîmşek bang li dê û bavan kir û teqez kir ku daxwazên mîna zêr, cêhêz û mala cuda cesareta ciwanan a zewacê dişikînin.

Şîmşek destnîşan kir ku divê zewac bê hêsankirin û anî ziman ku nexistina ciwanan a di riya zewacê de û domnedana zewacê ya kesên zewicî jî ji ber kêmasiya manewiyatê û dijwarîyên maddî ye.

Şîmşek diyar kir ku zewac îbadetek e û banga wê yekê kir ku divê hemû pêvajoyên zewacê, di nav de xwazgînî û dawet jî, li gorî pîvanên Îslamî û bi awayekî hêsantir bêne kirin.

Mela Beşîr Şîmşek "Çiqas em ji nirxên xwe yên manewî dûr dikevin, em bi musîbetên mezin re rûbirû dimînin"

Şîmşek anî ziman ku dûrkewtina ji nirxên manewî di jiyana dinyayê û axretê de encamên neyênî tîne holê û got: "Elhemdulîllah em misilman in. Ji ber vê yekê divê hemû jiyana me di rêya mebesta Xwedê Teala û li gorî suneta Pêxamberê me (selelalhu eleyhî weselem) be. Lê mixabin roj bi roj em ji nirxên xwe yên manewî dûr dikevin. Ev rewş jî di gel xwe musîbetên mezin tîne; mixabin hem dinyaya me hem jî axreta me xera dibe."

"Yek ji musîbetên herî mezin zorarkirina zewacan e"

Şîmşek bala mirovan kişand ser astengiyên li ber zewaca ciwanên di civakê de û van îfadeyan bi kar anî: "Îro yek ji musîbetên ku em herî zêde jê azarê dikişînin, zorarkirina zewacan û ketina ciwanên me ya di rewşeke ku nikarin bizewicin de ye. Ev rewş dibe sedema belavbûna gunehên mezin, fitne û xirabiyan. Halê ku Pêxamberê me (selelalhu eleyhî weselem) zewacê teşwîq dike û Xwedê Teala jî ferman li zewacê dike."

"Ji ber ku em guhdariyê nedin rêbazên Îslamî, em rastî tengasiyên mezin tên"

Şîmşek diyar kir ku di mijara zewacê de pîvanên ku dîn danîne bi qasî pêwîst nayên peyrewkirin û wiha axivî: "Ji ber ku em xwedî li van telîmatên dînê xwe dernakevin û di pêvajoya zewacê de guhdariyê nedin rêbazên Îslamî, mixabin em rastî tengasiyên pir mezin tên. Îro ciwan ji dest diçin, tiştên heram zêde bûne... Ji aliyekî ve hêzên şer hemû xirabiyan heta ji wan hatî hêsan kirine, erzan kirine û xistine rewşeke ku bi rehetî mirov bigihêjê; ji aliyê din ve em dinêrin ku dê û bavên misilman bi vê lîstik û hîleyên ku têne lîstin nahesin."

"Dê û bav jî zewacê heta ji wan tê zor dikin"

Şîmşek anî ziman ku malbat bi daxwazên maddî biryara zewacê ya ciwanan dijwar dikin û wiha berdewam kir: "Pê re çi dikin? Ew jî heta ji wan tê zewacê zor dikin. Bi gotina 'Ew ê ew qas zêr bikirrî, wê ew qas cêhêz bikirrî, wê maleke cuda bigirî, wê vê bikî...' bi daxwazên dinyayî adeta mil û baskên ciwanan dişikînin. Îro ciwan cesaret nakin ku bizewicin, bi ciwanan re tiştekî bi navê xwebaweriyê nemaye. Bi zelalî dipirsin: 'Em çawa bizewicin? Bi kîjan meaşî bizewicin? Ji bo em karibin bizewicin divê em bibin xwediyê ew qas sermiyanî. Qey em bibêjin em zewicîn, ev car em ê çawa vê zewacê bidomînin?' bi tirsên wiha ketine rewşeke ku ji zewacê vedikişin."

"Dê û bavên ku zewacê zor dikin, berpirsiyarê gunehê ciwanan in"

Şîmşek derbarê pirsgirêkên manewî yên ku bi nezewicîna ciwanan re derdikevin holê de nirxandin kirin û wiha axivî: "Dema nezewicin çi dibe? Ciwan ji sibehê heta êvarê bi telefon û înterneta di destê xwe de, bi her cûre amûrên teknolojiyê re heta ji wan tê di nav heramiyan de dijîn. Hem zirara dide xwe, hem de bi rûmeta malbata xwe, bi iffeta xwe û bi dînê xwe. Bawer bikin, sedema van hemûyan dê û bavên ku van mercan zor dikin in. Dê û bavên ku zewacê anîne vê rewşê, berpirsiyarê gunehê van ciwanan in. Keç be, kur be; dê û bav jî di gunehên ku ciwanên ji ber sedemên wiha nikarin bizewicin dikin de hevpar in. Tiştê ku teqez ji bîr nekin ev e."

"Ger ciwanên we di nav guneh de dibilqen, hûn di wî gunehî de hevpar in"

Şîmşek berpirsiyariyên wan bi bîra malbatan xist û got: "Hûn ji sibehê heta êvarê namêzê jî bikin, îbadetê jî bikin, hûn çi dikin bikin; ger ciwanên we ji ber van sedeman ji manewiyata xwe dûr dikevin û di nav guneh de dibilqen (têk diçin), bizanibin ku hûn di wî gunehî de hevpar in. Ev xetereyeke pir mezin e."

"Ciwan ji aliyekî ve nikarin bizewicin, yên zewicî jî nikarin zewaca xwe bidomînin"

Şîmşek diyar kir ku di roja me de ne tenê avakirina zewacê, domandina wê jî bûye pirsgirêkeke girîng û van îfadeyan bi kar anî: "Ji aliyê din ve em dinêrin; nê, yên ku dizewicin çi bi wan tê? Sê pênc roj an sê pênc meh paşê hûn dinêrin ku ev car ew jî bi pirsgirêkên berdanê (berdana hevjînan) re mijûl dibin. Bi rastî zewac îbadetek e; lê belê ji ber ku bi ruhê îbadetê nayê kirin, di demeke kurt de rû bi rûyê hilweşînê dibe. Îro hejmara malbatên ku ji bo berdanê li ber deriyên dadgehan an saziyên sulhê li bendê ne, ji malbatên ku ew ê nû bizewicin pir zêdetir e. Yanî ciwanên me ji aliyekî ve nikarin bizewicin, ji aliyê din ve yên ku dizewicin jî nikarin zewaca xwe bidomînin. Sedemên vê rewşê; kêmasiya manewiyatê û ew zehmetî ne ku maddiyatê di gel xwe re anîne. Van hemûyan hem dinyaya me hem jî axreta me perîşan kir."

"Zewac, îbadetekî ku dibe wesîleya parastina nîvê dîn"

Şîmşek bala mirovan kişand ser girîngiya dînî ya zewacê û wiha peyivî: "Halê ku di dînê me de zewac ji bo domandina nifş û xwedîderketina zarokên me ya li zuryeteke paqij e. Pêxamberê me ferman dike: 'Bizewicin; bi zewaca xwe nîvê dînê xwe biparêzin, ji bo nîvê din jî ji Xwedê bitirsin.' Yanî zewac îbadetekî wisa biqazanç e. Di demekê de ku ciwanên me dikarin nîvê dînê xwe bi zewacê biparêzin, em pêşiya wan digirin, karê wan zor dikin. Ji ber vê yekê dînê wan, namûsa wan û jiyana wan dikeve xetereyê."

"Zorarkirina zewacê ciwanan dikişîne nav xirabiyên ku aqil nabire"

Şîmşek parast ku hinek neyêniyên di civakê de diqewimin bi zehmetiyên di mijara zewacê de ve girêdayî ne û got: "Her roj ji ber van sedeman şer derdikevin, întîhar çêdibin. Heramî êdî di parkan de, di sûkan de, li her derî ne... Sedema bingehîn a ketina ciwanan a nav xirabiyên ku aqil nabire, wekî me gotî zorarkirina zewacê ye."

"Divê em hemû pêvajoyên xwe yên zewacê li gorî çarçoveya Îslamî bikin"

Şîmşek teqez kir ku divê pêvajoya zewacê ji destpêkê heta dawiyê bê hêsankirin û wiha axivî: "Pêwîst e em zewacê hêsan bikin. Ji bo ku zewacên me bi berekêt bin, divê hemû pêvajoyên me yên zewacê, di nav de xwazgînî û dawetên me jî, li gorî çarçoveya Îslamî bin. Mixabin em bala xwe nadin van tiştan. Ji ber wê civaka me her ku diçe hilweşîneke mezin dijî."

"Paşeroja me di nav xetereyê de ye"

Şîmşek di dawiya axaftina xwe de derbarê paşeroja civakî de hişyarî dan û wiha peyivî: "Ciwanên me, keçên me serê xwe hildane û diçin. Paşeroja civakeke wiha nabe, paşeroja me di nav xetereyê de ye! Çunki niha nifş jî tune dibe; ciwanî, îman, nirx, namûs û iffet jî di gel vê re winda dibin. Ji ber wê pêwîst e em zû dest ji vê şaşiyê berdin; zend û baskan lê hermalin û bi resenî û dînê xwe ve biqefêlin da ku em karibin ji van musîbetan xilas bibin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.