Mela Ğiyaseddîn Li Tetwanê Hat Bi Bîr Anîn
Tetwaniyan, li şûbeya Umut-Komê, derheqê şehadet û şehîdan de, şeva şehadetê lidarxistin û Seydayê xwe Mela Ğiyaseddîn bi bîr anîn.
Tetwaniyan, li şûbeya Umut-Komê, derheqê şehadet û şehîdan de, şeva şehadetê lidarxistin û Seydayê xwe Mela Ğiyaseddîn bi bîr anîn.
Program bi mewlûda şerîf dest pê kir. Pişt re Serekê şûbeya Umut-Komê Fesîh Ûlûgol, derbarê şehadetê xeber da û ji heyata şehîd Mela Ğiyaseddîn, mîsal û qisman pêşkeş kir. Ulugol li ser heyata Mela Ğiyaseddîn wiha peyivî:
“Di sala 1966an de gava bavê Mela Ğiyaseddîn Seydayê Mela Ahmed li gundekî Qerqeliya Wanê melayê fexrî ye, Mela Ğiyaseddîn tê dinyayê. Dayîna Xweda, hemu mû, mijanik û porê wî sipîboz e. Çavê wî jî zêde nabîne. Digel vana jî, Mela Ğiyaseddîn hem mektebê hem jî Quran û ‘îlmên Îslamî dixwîne û pişt re îcazet digre û dest bi melatiyê dike. Ji ber exlaqê wî yê xweş, diçe kur li wir pir tê hezkirin.
Paşî tayîna wî derdikeve camiya merkezê ya Tetwanê. Li wir bi dersa Quranê, bi rakirina xwendekarên Quranê, bi şîret û sûhbetan xizmeta xelqê dike û bi vê awayê millet jê hes dike.
Di 23ya Sibata sala 1994 an de, di meha Remezanê de, piştî limêja terewîhê di vegerê de, ji aliyê îtîrafvanên Jîtemê bi bêbextî û xwînxwarî tê qetil kirin.”
Di bernamê de piştî xeberdana Fesîh Ulugol, birayê şehîd Mela Ğiyaseddîn, derheqê exlaq û fedekariya birayê xwe de peyivî. Di dawî de jî, hunermend Bîlal û hevalên wî, çend îlahî û helbest pêşkeş kirin. Bi nîşandana slaytekî ji fotoğrafên Şehîd Mela Ğiyaseddîn, bername qediya. (Ferman Çiyayî- Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.