Me’mela Kêfî A Zabita Amedê

Me’mela Kêfî A Zabita Amedê

Mehmet Erkûşê ku li mehela Cimhûrîyetê ya Dîyarbekirê esnafîyê dike beyan kir ku zabitayê bi me’mela kêfî li wî cezayê pere birîne.

Li Dîyarbekirê Mehmet Erkûşê esnaf îdda kir ku ji ber fikrên wî yên sîyasî zabita Beledîyê cezayê pere li wî birîne.

Erkûş îfade kir ku bi hinceta ku eşyayên dikana wî peyarê îşgal dikin, zabitayê li wî ceza birîne, zabita terefgîrî dike, li esnafên din ên ku eşyayên wan jî li ser peyarê ne ceza nebirîne û tu me’meleyê cezayî pêk neanîne. Ji ber ku ne di fikra zabitayê ya sîyasî de ye, li wî ceza hatiye bîrîn.

Erkûş da zanîn ku zabita ji wî re tim tiştan dikin bihane, ew ê di heqê meseleyê de giliyê deverên hewce bike.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.