Merasîma cenazeyê Xameneî, ku bi mîlyonan kes beşdar dibin, berdewam dike

Merasîma cenazeyê Xameneî, ku bi mîlyonan kes beşdar dibin, berdewam dike

Merasîma cenazeyê Rêberê Berê yê Şoreşa Îslamî ya Îranê Seyyîd Elî Xameneî, ku di êrîşa Emrîka û rejîma sîyonîst de şehîd bû, li Tehranê bi beşdariya gel di roja duyemîn de berdewam dike.

Ji serê sibê ve, bi hezaran Îranî ber bi Mizgefta Îmam Xumeynî Musalla ya li Tehranê ve herikîn. Dema ku bernameya fermî ya cenaze dest pê kir, mizgeft û derdora wê bi tevahî tijî bû, di heman demê de li seranserê paytextê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh û qedexeyên trafîkê hatin bicîh kirin.

Beşdarbûyan alên sor ên bi peyva "Şehîd" hilgirtin û dirûşmeyên wekî "Qehirbe Emrîka ", "Qehirbe îsraîl" û "Tolhildan" qîr kirin.

Rayedarên Îranî jî ragihandin ku ew li bendê ne ku 15 heta 20 milyon kes tenê li Tehranê beşdarî çalakiyên bibin.

Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalibaf, di bangewaziyekê de beriya merasîma cenaze, hemû gelê Îranê dawet kir ku beşdarî merasîmê bibin û diyar kir ku ev "yek ji girîngtirîn kêliyên dîroka Komara Îslamî ya Îranê ye".

Di vê navberê de, hêna jî ne diyar e ka gelo Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê, Mucteba Xameneî, ew ê ji ber sedemên ewlehiyê beşdarî merasîmê bibe an na. Xameneî, ku tê gotin di şer de birîndar bûye, di meha Adarê de, piştî bavê xwe, ji bo posta Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê hate hilbijartin û ji wê demê ve hindik derketiye holê.

Gelek şandeyên biyanî jî beşdarî bernameya cenazeyê bûn. Di merasîmên fermî de Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, Wezîrê Derve yê Wekîl ê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Emîr Xan Mutteqî û Serokkomarê berê yê Rûsyayê Dmitrî Medvedev ku nûnertiya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dikir, hebûn. Her wiha şandeyên fermî yên ji Tirkîye, Erebistana Siûdî, Qeter, Misir û Ummanê, û her wiha temsîlvanên Hamas, Hîzbullah û Cîhada Îslamî jî amade bûn.

Rayedaran ragihandin ku cenazeyê Seyyîd Elî Xameneî ew ê heta roja Duşemê li Tehranê bimîne, piştî wê ew ê piştî merasîma cenazeyê li paytextê ber bi Qumê ve were birin. Pilan ew e ku cenaze piştî serdanên Necef û Kerbelayê vegere Komara Îslamî ya Îranê û di 9ê Tîrmehê de li Meşhedê, cihê jidayikbûna wî, li kêleka Tirba Îmam Riza were veşartin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.