Merasîma Îcazetê

Merasîma Îcazetê

24 Qîzên Musluman Îlmê Xwe Temam Kirin û Îcaze Girtin

Li Batmanê, 24 qîzên musluman, îlmê xwe ya ‘Erebî qedandin û îcaza girtin. Li salonê, merasîma dana îcaza wan hat li dar xistin.

Merasîm ji teref Komela Bîlge-Derê hat li dar xistin. Di peyva destpêkê de, M.Alî Altûn, der barê fealiyetên Bîlge-Derê û tehsîla îlmê Îslamê ya ku komel dide xwendekaran de axivî. Da zanîn ku 13 qîz ji komela Bîge-Derê 11 heb jî ji platforma evîndarên pêxember yekun 24 qîzên musluman, îlmên xwe yên der barê sarf, nahîv, fiqih, usûla fiqhê, tefsîr, hadîs, usûla hadîsê, kelam, mentiq, aqaîd û beyanê de temam kirine û heqê îcazetê girtine.

Merasîm bi beşdariya Mela Enwer Kiliçaslan, Mela Fexreddîn Ozdemîr, Mela Ebdurrehman Îçlek û Mela Osman Tayfûr hat li dar xistin. Mela Enwer, der heqê îlm û qîmeta îlmê de peyivî. Mela Ebdurrehman jî, metnê îcazetê xwend. Peyre, gruba Cizîrê ya qîzan, îlahî û selewat gotin. Ekîba tiyatro ya Bilge-Derê jî, şanoyek li dar xist. Piştî merasîma îcazê, bername bi dawî bû. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.