Meşa Roja Muslumanan
Gelek grûbên musluman ên ku li Amerîkayê fealîyetan dikin, di Meşa 29an a Roja Muslumanan de civiyan.
Li Amerîkayê Meşa Roja Muslumanan a 29an hat lidarxistin. Gelek grûbên musluman ên ku li Amerîkayê fealiyetan dikin tevlî meşê bûn. Ji ber çalakiya meşê kolana Madîsonê ji trafîkê re hat girtin. Meş li ser caddeyê bi kirina nimêja nîvroyê dest pê kir.
Di çalakiyê de xeberdan hatin kirin û di axaftinan de bal hat kişandin ser derd û pirsgirêkên li welatên muslumanan. Grûbeke Misrî li ber serokdewletê Amerîka Barak Obama, serokwezîrê rejîma terorê Bînyamîn Netanyahû, wezîrê karên derve yê Amerîkayê John Kerry û qûqla Sîsîyê derbeker bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Grûbeke yahûdî jî digel muslumanan meşiyan û di panqartên xwe de rakirina ambargoya li ser Ğezzeyê û edaleta ji bo xelkê Filistînê xwestin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.