Meşên HUDA PARê yên li dijî darbê berdewam dikin

Meşên HUDA PARê yên li dijî darbê berdewam dikin

STENBOL - Meşên HUDA PARê yên li dijî teşebûsa darbeya ku bi piştevaniya Emrîkayê di 15ê Tîrmehê de hat kirin çawa ku li gelek bajêran hat lidarxistin bi heman awayî li Stenbolê jî hat lidarxistin.

Meşên HUDA PARê yên li dijî teşebûsa darbeya ku bi piştevaniya Emrîkayê di 15ê Tîrmehê de hat kirin çawa ku  li gelek bajêran hat lidarxistin bi heman awayî li Stenbolê jî hat lidarxistin.Partiyî li ber avahîya Serokatiya Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê civiyan û dû re ji Mizgeta Fatîhê bi ber Parka Saraçhaneyê vebi tekbîr û sloganan meşiyan.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîn û Serokê Bajêra Stenbolê Erdal Elîbuyuk jî beşdarî meşê bûn. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîn li Parka Saraçhaneyê xîtabî bi hezaran kesê ku li wê derê civiyabûn kir.

Saîd Şahîn di axavtina xwe ya ku kir de wiha destnîşan kir: “Em wan birayên xwe yên ku li cûrbecûr cihên ku li dijî darbê li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan bi rehmet bi bîr tînin.Me wan winda kir lê me memleket winda nekir.Ji vê hêlê ve em hêvî û umîd dikin Xweda wan bixe cenneta xwe.Wan ji sinifa şehîdan binivîsîne.”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir van darbekeran di salên 90î de jî Mislimanan bin çav kirin û îşkence li wan kirin.Şahîn dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em van darbekeran ji salên 90î nas dikin.Mislimanan binçav dikirin û îşkence li wan kirin.Em wan heyamên ku birayên me direvandin û wan înfaz dikirin dizanin.Operasyon li Mislimanan dikirin û pêşîya PKKê vedikirin.Heke îro li heremê PKK hebe sedema ve him dewleta kur û him jî ev kes in.Misliman û Îslamê asteng kirin û pêşîya PKKê vekirin û bi vî awayî berê xort û ciwanan dan sefên PKKê.Em ê vê zihnîyetê nas bikin.”

“Tiştê ku dawî li darbeyan bîne yekîtiya gel e”

Şahîn di dawiya axavtina xwe de qala yekîtiya li dijî darbekeran kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Hemd ji Xweda re ku ev întîhar kir.Me darbeyek borand, xelk hat bal hev.Komên ku di fikrê de û di jiyana de ji hev cûda bûn hatin bal hev.Em vê yekê wek qezencekê bibînin û nava wê dagirin.Li vê erdnigariyê darbe xelas nabin.Li vê erdnigariyê hisaba darbê ya emperyalîstan xelas nabe.Ji ber vê yekê tiştê ku ew ê dawî darbeyan bîne yekîtiya xelkê ye.Êvara darbê dema ku min xelkê ku xwe li ber tankan dirêj dikir didît Misir hat bîra min  û heta şeveqê ez qehir bûn.Xwezî birayên me yên li wê derê jî bi ser  ketibana.Li Sûrî, Lîbya û li gelek welatên Îslamî birayên me di bin zilmên dîktatoran de ne, xwezî wan jî bi ser ketibana.Diaya me ew e ku Rebbê min zilma li wê derê xelas bike û zaliman qehir bike.”

Bi hezaran kesên ku li Parka Saraçhanê civiyabûn dû re digel ezgî û sloganan xwepêşanên protestoyê domandin.(ÎLKHA)

İLKHA)

















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.