Mesrûr Barzanî: Em naxwazin bibin aliyekî ti şer û pevçûnekê

Mesrûr Barzanî: Em naxwazin bibin aliyekî ti şer û pevçûnekê

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku hikûmeta herêmê piştgirî dide hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo ku çek tenê di destê hêzên fermî de bin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew parastina ewlehiya herêmê û dûrketina wê ji pevçûnan didin pêşîyê û ew piştgiriyê didin hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo komkirina çekan di bin kontrola dewletê de.

Barzanî ji Al Jazeera re got ku ti alî zextê li hikûmeta herêmê nake ku tevlî şer bibe û got, "Pêşîniya me parastina herêma Kurdistanê û dûrxistina wê ji pevçûnan e."

Barzanî diyar kir ku herêma Kurdistanê berê rastî êrîşên dijwar hatiye, û got ku zêdetirî 1000 êrîş bi roket û balafirên bêmirov li dijî herêmê hatine kirin.

Barzanî îddîa kir ku êrîş rasterast ji Îranê an jî bi rêya hinek komên ku ji axa Îraqê tevdigerin hatine kirin. Wî diyar kir ku piştî ku Emrîka û rejîma sîyonîst di 28ê Sibatê de şerê xwe yê li dijî Îranê dest pê kirin, ev êrîş zêdetir bûne.

Barzani her wiha îdiayên ku dibêjin di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rejîma sîyonîst de têkiliyek heye red kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.