Mesrûr Barzanî: Pirsgirêka me ligel Bexdayê ne tenê budce ye

Mesrûr Barzanî: Pirsgirêka me ligel Bexdayê ne tenê budce ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîneke çapemeniyê de behsa rewşa niha Herêma Kurdistanê û pêşhateyên dawiyê yên guftûgoyên ligel Hikûmeta Federal kir

Barzanî di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kirî  pirsgirêkên Herêmê bi Hikûmeta Federalî li Bexdayê re, ne tenê pirsgirêka budceyê ye û dû re wiha got: “Pirsgirêkên me yên din hene wek: Hîna madeya 140 ya destûrê cibicî nebûye. Babeta Pêşmerge heye, ew jî nehatiye cibicîkirin. Navçeyên nakokî li ser hene, hîna nehatine cibicîkirin. Em dixwazin ji bo wan pirsgirêkan wek paketekê bi Hikûmeta Federalî re bigihin çareseriyekê.”

“Daxwaza me ew e, divê ev budce li gor destûrê û zelal be û mafên darayî yên her aliyekî li ber çav bê girtin”

Barzanî di civîna çapemenîyê de  pirsa budceya giştî ya Iraqê ya sala 2021an de wisa got:“Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn car in serdana Bexdayê kirine, ji bo bigihin hevtêgihîştinekê li ser budceya Iraqê û pişkê Herêma Kurdisanê ji wê budceyê. Em dizanin ku Iraq di rewşeke aborî ya neasayî re derbas dibe û me daxwaz kiriye ku ew budce hem xelkê Iraqê û hem xelkê Herêmê jê sûdmend bin.Daxwaza me ew e, divê ev budce li gor destûrê û zelal be û mafên darayî yên her aliyekî li ber çav bê girtin. Yek ji pêşniyazan ew bû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî rêk bikevin ku Herêm rojane 250 hezar bermîl petrol ligel nîvê dahatên federalî yên ji Herêma Kurdistanê tên radest bike, li hemberê jî Hikûmeta Federalî pêwîstiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike.Pirsgirêkên Herêmê bi Hikûmeta Federalî li Bexdayê re, ne tenê pirsgirêka budceyê ye. Pirsgirêkên me yên din hene wek: Hîna madeya 140 ya destûrê cibicî nebûye. Babeta Pêşmerge heye, ew jî nehatiye cibicîkirin. Navçeyên nakokî li ser hene, hîna nehatine cibicîkirin. Em dixwazin wan pirsgirêkan wek paketek bi Hikûmeta Federalî re bigihin çareseriyekê.Ji ber ku pirsa budceyê rojev e, ewê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dadkokiyê li ser dike ew e, rêkeftina ku ligel Hikûmeta Federalî encam daye ye. Lê hin dibêjin divê Herêma Kurdistanê hemû dosyaya petrolê radest bike, ev jî ne xaleke destûrî ye, ji ber ku di destûrê de mafên Herêma Kurdistanê diyarkirî ne. Em bi ti carî qebûl nakin ku mafên destûrî werin binpêkirin.Hin pêşniyazên din hene, ez naxwazim bikevin nava hûrgiliyên wan, ji ber ku şandeke me ya taybet ji bo guftûgokirinê ligel Hikûmeta Federalî heye, ez wan xalan ji wan re dihêlim ku heta niha negihîştine armancekê û hîn guftûgo li ser tên kirin.”

“Pirsgirêka me ne tenê budce ye, gelek pirsgirêkên siyasî û destûrî hene”

Barzanî di berdewama daxuyanîyê de balan kişand li ser meseleya problema heyî û got:“Pirsgirêka me ne tenê budce ye, gelek pirsgirêkên siyasî û destûrî hene ku hêvîdar im li ber çav were girtin, ji ber ku ew xal asankariyê ji bo rêkeftineke sertaserî di navbera Hewlêr û Bexdayê bê kirin. Bêguman cibicîkirina madeya 140, bidawîanîna hemû pirsgirêkên li wê herêmê bê çare mane, bi nerîna min pêngaveke gelekî cidî divê ji bo nêzîk kirina aliyan.Dixwazim spasiya hemû aliyên Kurdisranî yên piştevanî li mafên darayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê kirine bikim. Ewên ku postên wan li Bexdayê hene dizanin ku nirx û pêgeha wan ji Kurdistanê tê.Mixabin, dizanin ku niha keşûhewayeke hilbijartinan li Iraqê li pêş me ye, vê yekê bandor li ser guftûgo û danûstandinan kiriye. Cihê mixabiniyê ye, ji ber ku em li bendê bûn ku aliyên siyasî yên Iraqê hevrikiya hev bikin û aliyê zêdetir piştevaniya Herêma Kurdistanê bike, dengê zêdetir ên welatiyên Iraqê bi dest bixe, lê mixabin, hin dibînin ku ew alî bi dijayetiya Herêma Kurdistanê dixwazin dengên welatiyan bi dest bixin. Ev peyameka metirsîdar û ne rast e û divê bi tu awayekî neyê kirin. Li hember vê yekê em li Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku mijara lihevhatina giştî, pêkvejiyan, rêzgirtina li destûrê û gerentîkirina mafên destûrî ji bo hemû gelê Herêma Kurdistanê û hemû Iraqê divê bibe bingehek ji bo gihîştina destkeftên ku em dixwazin di hilbijartinan de bidest bixin.”

Barzanî di dawîya daxuyanîya xwe de  derbarê Yasaya Çaksaziyê de jî wisa got: “Me gelek caran gotiye ku çaksaziyê projeyeke demdirêj û di rojekê yan mehekê de hemû pêngav nayên pêk nayên. Ew tiştê ku heta niha hatine kirin dixwazim amaje bi hinan ji wan bidim, wek mînak pirsa bacê. Hin caran bi şaşî tê gotin ku bac di vê kabîneyê de li ser xelkê hatiyê sepandin, pirs ne wiha ye. Pêştir jî bac bi yasayê hatibû rêkxistin, lê ew bac wek pêwîst nehatine cibicîkirin yan wergirtin.Ji ber vê yekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê karî bacan ji nû ve saz bike, bo nimûne: Me karî dahatên navxweyî ji bacên mezin ên ji kompaniyên mezin tên, zêde bikin. Bac ji xelkê hejar nayê wergirtin. Bac li ser ji kompanyayên ku di dema borî de sûdmend bûn û Herêma Kurdistanê asankarî ji wan re kiribûn tên wergirtin.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.