Meteorolojî hişyariya barana zêde da

Meteorolojî hişyariya barana zêde da

Midûrîyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku li gelek bajaran, bi taybetî li herêmên hundir û rojhilat, baran û bahozên dijwar tê texmînkirin. Tê pêşbînîkirin ku germahî li herêmên başûr, hundir û rojavayê welat 3 hetta 5 pileyan zêde bibe.

Li gorî nirxandinên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li seranserê welat hewa ew ê ji nîv ewrayî heta pir ewrayî be.

Li rojhilatê Anadoluya Navîn, deverên hundir ên herêmên Rojava û Navîn ên Behra Reş, herêma Rojhilatê Behra Reş, Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û li derdora Edene, Osmaniye, Mereş, Enqere, Çanqiri û Orduyê baran û carinan jî bahoz tê texmînkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.