Meteorolojîyê hişyar kir
Meterolojîyê ji bo xubara wê ji hêla Bakûrê Efrîqîya were gel hişyar kir.
Tê texmînkirin ku xubara ji Bakûrê Efrîqîyayê rabûye ji ber bayê bi hicet wê îro di saetên sibehê de bighêje rojavayê Tirkîyeyê û li rojava bandorê li ser welatîyan bike.
Li gor daxuyanîya ji teref Midûrîya Meterolojîya Giştî ya ku bi nivîskî hat belavkirin hat îfadekirin ku ji ber toz û xubara ji Bakûrê Efrîqîyayê rabûye û ji ber zêdebûna bayê tê texmînkirin ku îro di saetên sibehê de xubarê xwe bighîne Marmara, Ege, Rojavayê Deryaya Reş û Herêma Anatolyaya Navîn (Enqere, Eskîşehîr, Çankiri, Konya), û Rojavayê Deryaya Reş dê heta êvarî bandora xwe li herêman dewam bike.
Ji ber ku qelîta hewayê dê bike mesafeya dîtinê jî wê bikeve û di çûyîn û hatinê de wê zehmetî derkeve. Divê ajovan li hember tiştên negatîf hişyar bin.
Li gelek deveran dê pêtiyê baranê bê dîtîn
Li gor nirxandina dawî hat îfade kirin ku: “Tê texmînkirin ku li herêma Marmara, Ege, Rojavayê Deryaya Reş, Bakûrê Anatolyaya Navîn, bakûr û rojhilatê Edenê, qeraxên Hatay û Osmanîye û li dordora Erzerom, Qers, Erdexan û Erzînganê wê bi pêtîyê baran û girgirên ewran derbas bibe. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.