Meteorolojiyê hişyariya barana zêde da

Meteorolojiyê hişyariya barana zêde da

Li seranserê welat hewa ji nîv ewrî heta pir ewrî tê texmînkirin, ji herêma Marmarayê bigire heta Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li gelek bajaran baran û bahozên navber wê bibarin, dibe ku hinek ji wan giran bin.

Li gorî nirxandinên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li seranserê welat hewa dê nîv ewrî heta pir ewrî be, baran û bahozên demkî ew ê tesîrî li gelek herêman bike.

Li gorî pêşbîniyan, tê texmînkirin ku li piraniya herêma Marmarayê (ji bilî Edîrne, Çeneqqele û Balikesîrê), deverên hundir ên herêma Rojhilatê Behra Reş, rojavayê Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û her wiha li deverên derdora Osmaniye, Mereş, Nîxde, Qeyserî, Tokat, Qers, Erdexan, Colemêrg û beşên bakur û rojhilatê Edeneyê baran bibare.

Daîreya Meteorolojiyê tekez kir ku welatiyên li deverên ku tê texmînkirin barana zêde bibare divê baldar bin û li hember bûyerên xerab ên wekî lehiyê, girtina avê, birûskê û astengiyên veguhastinê tedbîran bigirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.