Meteorolojiyê hişyariya barana zêde û pir dijwar da
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hişyariyek da derbarê barana zêde ya ku tê texmînkirin bandorê li beşeke mezin a welat bike.
Li gorî nirxandinên dawî, tê pêşbînîkirin ku baran û bahozên ku li herêma Navîn a Deryaya Reş têne hêvîkirin li derdora Semsûn, Ordu û Gîresun, û her weha li bakurê Amasya û Tokatê bi hêz bin.
Tê texmînkirin ku barana giran heta êvara Yekşemê, 30ê Tebaxê, berdewam bike.
Servîsa meteorolojiyê hişyarî da welatiyan ku ji ber îhtîmala lehiyê, lehiyên ji nişka ve, lêdana birûskê, erdhildanê û astengiyên veguhastinê yên ku dibe ku ji ber barana zêde çêbibin, baldar bin û tedbîran bigirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.