Metirsiya nediyar a rojê: Kansera çerm
Pispora Dermatolojiyê Dr. Ceren Gül, di werza havînê de ku tîrêjên rojê bandora xwe pir zêde kirine, ji bo parastina tenduriştiya çerm hişyariyên giring dan û bal kişand ku di kansera çerm de serkeftina dermankirinê bi teşhîsa zû re pir zêde dibe.
Kansera çerm ku di cîhanê de di nav cureyên kanserê yên herî pir tên dîtin de di rêzên pêşîn de ye, li seranserê cîhanê û li Tirkiyeyê tehdîdkirina tenduriştiya giştî berdewam dike.
Dr. Gül diyar kir ku kansera çerm dikare di her kesî de were dîtin, lê belê hinek kes ji ber faktorên genetîk û hawirdorê di bin rîskeke girantir de ne û weha got: "Bi taybetî di kesên çermspî û çavrengîn de, di kesên ku di laşê wan de zêdetirî 50 xal (şanik) hene de, di kesên ku demeke dirêj di bin tîrêjên rojê de dimînin de, di kesên ku di rabirdûya wan de gelek caran şewata rojê çêbûye de û di kesên ku di malbata wan de nexweşiya kansera çerm heye de rîsk hîn bilindtir e."
Bala xwe bidin nîşanan Gül, binxet kir ku ji bo tespîtkirina kansera çerm di qonaxa pêşîn de, kontrolkirina çerm a birêkûpêk girîngiyeke jiyanî da ye û weha axivî: “Divê xalên nû yên li ser çermê me çêdibin, mezinbûna xalên heyî, guherîna şikil û rengê wan, çêbûna tixûbên neasayî, birînên ku baş nabin û lekeyên sor ên ku demeke dirêj derbas nabin, teqez li ber çavan werin girtin. Di rewşên weha de, serlêdana bêwext a li pisporê dermatolojiyê girîngiyeke mezin hildigire."
Kontrola birêkûpêk bikin Gül anî ziman ku Wezareta Tenduriştiyê bi armanca parastina tenduriştiya civakê balê dikişîne ser girîngiya parastina ji rojê, tespîtkirina zû û muayeneya çerm a birêkûpêk. Wê diyar kir ku bi rûya Midûriyeta Tenduriştiyê ya Bajêr, di hin serdeman de sîneriyên (taramayên) çerm ên bêheq û xebatên hişyariyê tên organîzekirin û bi vî rengî piştgirî tê dayîn ku welatî ji îmkanên tespîtkirina zû sûdê wergirin.
Krema parastina rojê bi kar bînin Gül bi bîr xist ku têkoşîna li dijî kansera çerm bi tedbîrên kesane û rêbazên rast ên parastinê dest pê dike û van pêşniyaran li welatiyan kir: "Têkoşîna li dijî kansera çerm di destê me de ye. Di havîn û zivistanê de bikaranîna krema parastina rojê paşguh nekin. Di saetên ku tîrêjên rojê herî tîr in de, ji mayîna demdirêj a li derve dûr bisekinin. Ji bikaranîna solaryumê dûr bisekinin. Ji bîr nekin ku mehê carekê bi xwe çermê xwe muayene bikin û herî kêm salê carekê serî li pisporê dermatolojiyê bidin û di kontrola çerm re derbas bibin. Werin em ji bîr nekin; tespîtkirina zû jiyanê rizgar dike."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.