Mewlûda Nebî îro tê pîrozkirin
Mewlûda Nebî ku teşrîfkirina Pêxemberê me Hezretî Mûhemmed (Sallallahu Aleyhi ve Sellem) a li cîhanê ji aliyê misilmanan ve bi îbadetên wekî xwendina Qur’ana Pîroz, anîna salavatan û kirina duayan tê nirxandin, îro tê pîrozkirin.
"Mewlûda Nebî an jî Qendîla Weladetê" ku li gorî salnameya Hîcrî di şeva 12an a meha Rebiûl-Evwelê de tê pîrozkirin, wekî rojbûna Hezretî Mûhemmed (Sallallahu Aleyhi ve Sellem) tê qebûlkirin.
Di vê şeva taybet de hemû cîhana Îslamê ji bo ku îbadetên xwe bi temamî bînin cih dê amadekariyan bikin, duayan bikin û ji bo xêr û bereketa ku Xwedê daye dê şukir bikin.
Mewlûd; wateya dema jibûnê, cihê ku tê de hatine dinyayê û demê dide. Ji şeva ku Pêxemberê me (Sallallahu Aleyhi ve Sellem) tê de hatine dinyayê re Şeva Mewlûdê tê gotin. Ev şev şeva duwazdehan a meha Rebiûlevwelê ye.
Pêxemberê Dawî Hezretî Mûhemmed (Sallallahu Aleyhi ve Sellem), xeleka dawî ya pêxemberan e. Piştî wî êdî tu pêxember nayên.
Rizgarbûna mirovahiyê di bawerkirina ji kitêba ku ji Wî re hatina daxistin (Qur'ana Pîroz) û peyrewiya li suneta wî re derbas dibe.
Bi vê minasebetê di salvegera hatina vê Pêxemberê birêz a li cîhanê de bîranîna Wî, fêmkirina Wî, jiyana suneta Wî û hiştina jiyandina Wî li ser her misilmanî erkeyeke daîmî ye.
Pêdiviya misilmanan, ummeta Îslamê û heta hemû mirovahiyê bi nasîn û fêmkirina rêberê exlaq û edaletê Hezretî Mûhemmed (Sallallahu Aleyhi ve Sellem) heye.
Pêwîst e ew rêberê ezîz her roj, her saet û her an di rojevê de bibe. Ji bo ku bête zanîn û nasîn divê hewldan bête kirin.
Îzzet û rizgarbûna misilmanên cîhanê; bi tundî girtina rêya Hezretî Mûhemmed (Sallallahu Aleyhi ve Sellem) û ji nû ve avakirina biratîya Îslamê ya di navbera xwe de derbas dibe.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.