Mexdûrên FETO: Em ne efûyê edaletê dixwazin
SEMSÛR - Kesên ku ji ber nasnameyên xwe Îslamî bi kumpasên FETO hatine mexdûrkirin edaletê xwestin.
Bekîr Yildirim di derbarê mexdûrîyeta ku jiyaye de destnîşan kir ew bi kumpasên FETO 3 salan di girtîgehê de maye û wekî wî bi sedan kes ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî hatin girtin û di girtîgehan de hatine girtin.Yildirim di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew kesên ku hatine mexdûrkirin demildest ji nû ve bên darizandin.
Di derbarê mexdûriyetan de kesê bi navê Îrfan Demîrel jî mexdûriyetên birayê xwe Kamîl Demîrelê ku di sala 2010an de bi kumpasa ku li Wehdet-Dera Adiyamanê hatibû girtin kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bona wan mehqûmên ku xwediyê nasnameya Îslamî ne û ji teref hakimên FETOyîst ve hatine girtin heta îro tu tişt nehat kirin.Digel qerarnameya di hûqmê qanûnê de ji 38 hezar kesî rêya tehliyê hat vekirin , lê ji vê qerarnamê kesên ku mexdûrên FETO bûn sûd negirtin.Kesên ku esil mexdûr bûne hêj di hundir de ne.Lê ew kesên diz, bêar û kesên din tên tehlîyekirin ku ev yek bêedaletî ye.Li vê zilmê dawî neanîn wek jiyanadina rihê FETO ye.Bi zilmê abad nabe.Kesê ku bi zilmê abad dibe dawiya wî berbat e.”
Bekîr Demîrel jî di warê mexdûrîyetên ku lê hatine jiyandin de kumpasên ku anîne serê wî kir û dest nîşan kir ew di encama kumpasa FETO de 3 salan di girtîgehê de maye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek min bi sedan kes ji ber nasnameya Îslamî hatin girtin û wan avêtin girtîgehê.Em efûyê naxwazin.Lewra efû daxwaza kesên ku sûc kirine ye.Em darizandinekê nû ya bi edilane ye.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.