Mînîbûsa gund gindirî şarampolê:2 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Mutkîya navçeya Bidlîsê mînîbûsa gund gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Mutkîya Bidlîsê mînîbûsa bi plaqeya 12 J 0041 a ku ajokarê wê Cahît Akin bû gindirî şarampolê. Di encama qezayê de 2 kes jiyana xwe ji dest û 3 jê giran tev de 9 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.