Mînîbûsa rêwiyan qeza kir: 9 birîndar
Li navçeya Sîwereka Rihayê mînîbûsa rêwiya û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 9 kes birîndar bûn.
Li ser 3yemîn rêbeja Diyarbekir û Sîwerekê mînîbûs û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 9 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin otomobîla bi plaqeya 63 M 0710 a ku ajokarê wê Bîrcan Y. bû ji kontrolê derket û derbasî şerîda hember bû û bi mînîbûsa rêwîyan a bi pleqeya 63 EH 004 ê ku ajokarê wê Hacî G. bû re li hev qelibîn.Di encama qezaya ku pêk hat de kesên bi navê Lutfî O, Mehmet A, Hakan E, Haci G, Bîrcan Y, Îclal S, Kadrî, Îmhan û Gûlsûm Ç. Birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.
Hat hînbûn di derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.