Mistefayê biçûk piştî kursa Qur’anê pêlav boyax dike

Mistefayê biçûk piştî kursa Qur’anê pêlav boyax dike

MÛŞ - Mistefayê 13 salî yê ku sibeyan diçe kursa Qur’anê ji bo ku li taxê nesekine û tebîetek xerab hilnegire piştî nîvro pêlavan boyax dike û mendîl difroşe.

Li Mûşçê Mistefa Armutê 13 salî yê ku her sibe diçe kursa Qur’anê piştî kursê ji bo tebîetek xerab hilnegire û di warê aboriyê de piştgirî bide malbata xwe diçe pêlavan boyax dike û desmalan difroşe.

Mistefayê biçûk ê ku him dersê Qur’anê hildigire û himjî alîkariya malbata xwe dike diyar kir ku ew ji halê xwe razî ye. Mistefa ragihand ku ew naxwaze tebîet û edetên çewt û xirab hîn bibe. Dûvre Mistefa wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku ez alîkariya malbata xwe bikim piştî ku ez ji kursa Qur’anê derdikevim diçim pêlavan boyax dikim. Carinan jî mendîl difroşim. Bavê min naxwaze ku ez bixebitim. Ew dixwaze ku ez bigerim û bilîzim. Lê ez dixwazim ku bixebitim. Sekinandina li taxê dibe sedema hînbûna exlaq û tebîetên xerab. Ji ber vê yekê ez dixwazim ku bixebitim.”

 “Ez dê bi pereyên ku qezenc dikim biçim tatîlê”

Mistefa destnîşan kir ku ew naxwaze ji bavê xwe re bibe bar. Ji  ber vê yekê ew dixebite. Dûvre Mistefa wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez divêm ku ji bavê xwe re nebim bar, pere qezenc bikim û biçim tatîlê.  Min heta niha 80-90 TL qezenc kiriye. Dema ku perê min zêde bibe înşaellah ez dê biçim Rihayê cem mamê xwe. Dê û bavê min çen caran xwestin ku min bişînin tatîlê. Lê min nexwest ku ez ji wan re bibim ba. Ez dixwazim bi perê xwe biçim tatîlê. Ez ji halê xwe jî razî me. Gazinên min jî tune. Berevajî alîkariya li malbatê min şad û kêfxweş dike. Ez her sibe diçin kursa Qur’anê. Ez rojên ku di kursê de ser dikevim zêdetir pêlavan boyax dikim. Min li kursê hevalên nû nas kiriye. Min dest bi hînbûna Qur’anê kir.” (ÎLKHA)

 



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.