Mîsyonertiya li herêm projeye

Mîsyonertiya li herêm projeye

Di van demên dawî de li Riha, Entab û Diyarbekirê misyoner û fealiyetên wan bala merov dikişine. STKyên li herêmê diyar kirin ku ev yek projeye.

STKyên Dîlokî diyar kirin ku di heyama vê pevçûnê de mîsyonerên li herêmê karû barên xwe bi rê ve dibin û her wiha ew mîsyoner şeytanok difroşin. Ev rewşa hanî projeye.

Bi taybet mîsyoner ciyên qelebalix digerin û propexendaya mîsyonertiyê dikin. Ev mîsyoner Suriyeyî, zanîngeh û taxên feqîran ji xwe re hedef digirin. 

Di derbarê vê yekê de Serokê Şaxa Entabê ya Cemiyeta Mistez’efan Mustafa Ozaslan diyar kir ku zêde bûna mîsyoneran a li herêm balkêş e. Her wiha Ozaslan diyar kir ku mîsyoner bi taybet ciwan û zarokan ji xwe re hedef digirin.

Mîsyonertiya li herêm projeye

Ozaslan destnîşan kir ku ev kes di taxên mislimanan de şeytanok difroşin. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Heke ev ji welatê xwe heta vir tên propexendeya Xirîstiyantiyê dikin hun bizanin ku li herêm pirsgirêkên gelek mezin hene. Ev yek ji bo herêm projeye.”

 “Bi taybet Încîl belav dikin”

Ozaslan belav kir ku mîsyoner li esnafê încîl belav dikin. Dûvre Ozaslan axavtina xwe wiah domand: “Em di derbarê belav kirina Încîlan de geh geh agahî dibîhîsin. Bi taybet kesên Çîn, Japon û Koreyî li gel Încîl belav dikin.”

“Divê ku em hişmendiyekê Îslamî bidin zarokên xwe”

Ozaslan axavtina xwe wiha domand: “Hewl didin ku zarokên me bixerînin. Ji bo ku zarokên me bikin Xirstîyan karûbarên xwe bi rê ve dibin. Pêwîst e ku him hikûmet him jî gel ji bo vê yekê bertek nîşan bidin. Divê ku em hişmendiyekê Îslamî bidin zarokên xwe.”

 “Divê em bizanibin ku em çawa ketin vê halê”

Serokê Saziya Şaxa GAPa Enerjî Bîr-Senê Alî Yucel destnîşan kir ku mîsyoner ji çendîn kîlometre dûr hatine û karû barê xwe yên mîsyonertiyê pêk tînin. Ev yek pîwîst e ku were fikirîn. Yucel piştî vê yekê wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev mijar ji aliyê me ve gelek xemnak e. Sedema vê yekê çiye? Divê em bizanibin ku em çawa ketin vê halê. Wek ku tê zanîn divê ku misliman Qur’ana Pîroz hînbibe û bi wê ‘ilme ku ‘elimiye jî ‘emel bike. Lewra ev yek zerûriye.”

 “Divê ku em hemî hestyar bibin û çi ji destê me tê em bikin”

Di derbarê vê yekê de Yucel destnîşan kir pêwîst e ku ji destê kî çi tê bike. Dûvre Yucel wiha dawî li axavtina xwe anî : “Divê ku em di nav xwe de li pirsgirêkê bigerin. Çi wext mizgeftên me di nimêja sibe de werin dagirtin û cemaeta mizgeftê zêde bibe dê ew çax înşeallah mîsyoner ji bo mîsyonertiyê nekarin werin vir.”(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.