Mizgin! Malpera Me Vebu

Mizgin! Malpera Me Vebu

Malpera me, a ku ji demeke dirêj ve xwendevanên Kovara Kelhaamed û gelê Kurdistanêyî bawermend li bendê bûn, vebû.

 

www.bangaheq.net ku; dê nebzê Kurdistanê ji aliyê aktûel û rewşenbîriyê ve bigre, dest bi weşanê kir.

Di malperê de digel hemî arşîvê Kovara Kelhaamed, xeberên rojane, şîrove û analîz; bi van re nivîsên nivîskaran, dosyayên lêkolînê, vîdeo û mûzîkên balkêş dê hebin.

Malpera me, a ku dê bi piranî bi Kurdî weşanê bike, car car dê cîh bide xeber û nivîsên Tirkî jî.

Di nav amancên meyî esasî de weşana bi zaravayên Zazakî/Dimilî û Soranî û hinek caran jî xeberên bi zimanê ‘Erebî heye.

Malpera me, dê îştîraka xwendevan û şîrovekeran esas bigre; biratiyê, yekîtiyê, hurmeta bawerî û kevneşopiya milletê me bike prensîb, û em wisa hêvî dikin ku dê di dilê gelê Kurdistanê de cîh bigre…


Em ji “Rebbê Kerîm” hêvî dikin ku malpera me bibe wesîleya xêrê û di prensîbên xwe de serkeftin û muwafaqiyetê bi dest bixe…


Site me ya nû http://bangaheq.net/index.php

Azad Rastan / Kelhaamed

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.