Mu’minê ku temamê emrê xwe ji Îslamê re feda kiribû: Fesîh Guler Xoce

Mu’minê ku temamê emrê xwe ji Îslamê re feda kiribû: Fesîh Guler Xoce

Ji ser wefata Fesîh Guler Xoceyê ku temamê emrê xwe ji Îslamê re feda kiribû du sal derbas bû ku ew di salvegera wefata xwe de bi rehmet û minnnet tê yadkirin.

Fesîh Guler Xoceyê ku di salên 1990î de mamostetî dikir ji wezîfeya xwe îstîfa kir û emrê xwe ji doza Îslamê re feda kir. Guler ji ber xebat û xizmetên xwe yên Îslamî di navbera salên 1997-2000î de bû muhacir. Guler di sala 2000î de bi kumpas û komployên FETO hat desteserkirin û 3 mehan îşkenceyên gelek giran û xedar lê hatin kirin û 7 salan di girtîgehê de hat girtin. Fesîh Xoca di sala 2012an de ji ber verişîn û sergejekîyê serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Diyarbekirê da . Di encama tahlîlên ku hatin kirin de hat teşxîskirin ku pê re nexweşîya gurçikan heye. Ji ber îşkenceyên giran û xedar ên ku di salên 90î de lê hatibûn kirin her 2 gurçikên wî hatin girtin û bi gurçikeke ku birayê wî Nurî Guler dayê neqla gurçikê lê hat kirin. Fesîh Guler zewicî bû bavê 4 zarokan bû.

Fesîh Gulerê ku ji ber nasname û xizmetên Îslamî li rasta zilm û zordarîya 28ê Sibatê hatibû û bi kumpas û komployên FETO bi salan di girtîgehê de hatibû girtin sala borî bi Coronavîrusê ket û li nexweşxanê hat razandin ku dema dîrok 18ê Tebaxê nîşan dide çû rehma Xwedê.


Piştî wefata rehmetî Fesîh Guler Xoce, di serî de Edîb Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah a Kurdistana Bakur û Tirkîyeyê û her wisa dê, bav, bira, kek û hezkirîyên wî derheqê wî de beyanat dabûn û di beyanatên xwe de qala exlaqa wî ya baş û fedakarîya ku wî ya di rêya Îslamê de kiribû, kiribûn.

Edîb Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah:

Rebbê wan vê bersivê da wan: ‘Çi zilam û çi jî pîrek ferq nake ez ê tu amelê kesên ku ji we bixebitin zayî nekim. Hûn ji hevdû ne. Qesem be ku ez ê li ser gunehên wan kesên ku hîcret kirine, ji war û welatê xwe hatine derxistin, di rêya min de ezîyet dîtine, herb kirine û hatine kuştin bigirim. Ez ê wan kesan têxim wan cennetên ku di nav de çem diherikin ku ev yek ji bo wan ji Xweda mukafatek e.Mukafata xweşiktirîn li ba Xweda ye.”(Al-î Îmran:195)

Birayê min î ezîz Fesîh Xoce! Tu lawê Hecî Huseyîn û Hecî Pîrozê, birayê Nesîh û Nurî, kekê Nezîr, bavê Cemal û Huseyîn, parçeyeke qezeba Edîb bûyî.

Te ji Xwedê hez kir, ji Pêxemberê Wî, ji doza Wî û ji kesên ku hez ji doza Wî dikirin hez kir.Ji ber vê yekê tu di nav destên pergela taxut de bûyî mahkûm, hatî binçavkirin, îşkence li te hatin kirin û bi salan di zindanan de mayî.Ji bo doza te ezîz bibe, te di her sefheya micadelê de li ber xwe da, micadele kir û xizmet kir. Piştî van tiştên ku hatin serê te, tiştên ku te kişand û piştî vê nexweşîya te em hêvî dikin ku te mertebeya şehadetê heq kiribe.


Rebbê min!Em jê razî bûn. Tu jî jê razî be.Di cennetên xwe de jê re mazûvantîyê bike û wî û hezkirîyên wî di cennetên xwe de bîne ba hev.

Huseyn, Selahaddîn, Sabahaddîn, Mahmud, Mihemed, Muhammed, Seîd û Fesîhên me…Ew kesên ku em ji wan hez dikin berî me diçin darul beqayê. Înşaallah Xweda ji wan razî ye.Divê em di çarçoveya Qur’an û sunnetê de û di xêza Selefî Salîhîn de xwedî li doza xwe derkevin û ji bo em doza xwe bijîn û bidin jiyandin pêwîst e em qet îhmalkarîyê nekin û nekevin xefletê.Bi vê yekê divê em Rebbê xwe razî bikin û xêr û hesenatên kesên ku di pêşîya me de çûne zêde bikin û rê ji bo kesên ku dê piştî bên vekin.

Serê temamê birayên me û nexasim ê malbat û zarokên wî sax be. Rebbê min sebrê bide hemû kesî.

Pîroz Gulera rehmetî ku dîya Fesîh Xoce:

Lawê min temamê emrê xwe ji Îslamê re feda kir. Ji xortanîya xwe vir ve li rasta gelek ezîyetî, zilm û tehdayîyan hat.Lê belê hemd ji Xweda re, em qet ne poşman in.Ji roja ku ev dawa derketîya holê vir ve em di nav de ne.

Ji xwe min ciwanîya lawê xwe jî nedît. 20 salan tevlî micadeleya li ber mekteban bû. Mekteb xwend û xwendina wî 2-3 sal berdewam kirin. Dû re tiştên ku hatin serê lawê min Xweda dizane. Lawê min hat revandin û 3 mehan îşkenceyên gelekî giran lê hat kirin. Lawê min ji min re digot ‘Em xwedî li doza Xweda derdikevin û Ew jî ji me re dibe alîkar.’ Îro li Çinarê kesên ku wî nas nedikirin bi xwe jî ji ber wefata wî mehzûn bûnç Tên mala me û dibêjin ‘Fesîh Xoce ders dida me û nesîhatan li me dikir.’Ev tev nîmetên Xweda ne.Di talîyê de em ê tev bimirin.Naxwe bila mirina me li ser îmanê be.

Exlaqa lawê min pir xweş bû.Wallahî, exlaqê lawê min wek a melekan bû. Niha birazîyên Fesîhî dibêjin ‘Belê bavên me jî di nava vê dozê de ne, lê belê ji ber exlaqa xweşa Xoce û ji ber samîmîyeta wî ya doza Îslam-Qur’anê me dozê nas kir.


Huseyîn Gulerê rehmetî ku bavê Fesîh Xoce:

Xweda şahid e ku ew ji zaroktîya xwe heta wefata xwe li ser doza Îslamê bû. Min ti carî exlaqekî wî ya ne Îslamî nedît. Dema ku em diçûn mala wî bi xwe jî ji me re melatî dikir û nesîhatan li me dikir. Ti carî dilê me nehişt. Temamê gotinên wî Îslamî bûn.Ji ber ku wextê wî jî hatibû Xweda wî ji me stand. Emrê Xweda li ser ser û çavên me. Xweda me ji rêya wî veneqetîne.

Di dema xwendekarîya xwe de her tim li dijî rêxistinên xeyrî Îslamî sekinî û li dijî wan micadele da.Hetta dostekî wî li balê şehîd kirin. Dû re ji doza Îslamê hat girtin û 70 rojî îşkence lê kirin; lê belê wî tiştek ji wan re negot. Înşaallah ew ê ji me re bibe şefaatkar û em ê ji xêrên wî îstîfade bikin. Piştî ku 70 rojî îşkence lê hat kirin 6 sal û nîv di girtîgehê de ma. Dema ku em diçûn ziyareta wî me didît ku tu tengasî û zehmetîyê ji xwe re nake derd û me ji zimanê wî tiştekî ne Îslamî nedibihîst. Xweda jê razî bit.

Huseyîn Gulerê lawê rehmetî:

Bavê min Pêxemberê me ji xwe re kiribû rêber û her tim ji me re tewsîye dikir da ku em sîyerê bixwînin û di her warî de ji xwe re Pêxemberê me mînak bistînin. Bavê min hewl dida di nav malbatê de wek Pêxemberê me hereket bike.Terbîyeke xweş dida derdora xwe. Dema ku xeletîyeke me didît me hişyar dikir û digot ku li gor Îslamê divê ev yek wisa be û tu carî ew ji rastîyê tawîz nedida. Ji me dixwast ku em îbadetên xwe zêde bikin. Di nav malê de nimêjên xwe bi cemaat û di wextê wê de dikir. Bi qasî ku di mijara nimêjê de hişyarî dabe me di ti warê din de me hişyar nekiriye.Pêxemberê me dibêje ‘Amela bixêrtirîn nimêja ku di wextê wê de tê kirin e.’ Bavê min her tim li gorî vê hedîsê hereket dikir.

Di wextê nimêja sibê de biçûk û mezin hemî kesî şiyar dikir û nimêjê bi cimeat dikir.Ez û birayê min em biçûk bûn; lê me bi xwe jî radikir nimêjê û me teşwîq dikir da ku em nimêjê sunnet jî bikin.Di sala 2011an de amelîyat bû û gurçik neqlî wî kirin. Ji ber vê yekê nikaribû rojî bigire ku vê yekê wî pir xemgîn dikir. Ji wan kesên ku rojî digirt re dibû alîkar da ku xêra wî jî pê bikeve.Digel ku nikaribû rojî bigire bi me re radibû paşîvê û di nava rojê de ji bilî dermanên xwe tiştekî din nedixwar û ne jî vedixwar.Digel ku çûyîna hecê ji bo wî bi rîsk bû jî ew çû hecê û wezîfeya xwe bi cî anî.”

Bavê min di warê Îslamîyetê de gelek zêde hessas bû. Rûken, helîm û selîm bû.Her tim ji dîya min dixwast ku bi cîranên me re eleqedar bibe. Di îdê pêşî îda me pîroz dikir û dû re diçû îda cîranan û dû re jî yên nasên xwe. Cîranên me pir jê hez dikirin û jê re digotin ‘Xoce:’Dema ku me mala xwe guhart dergevanê me jê re got ‘Tu jî ji vê derê herî em ê çi bikin?’ Dergevan wisa xemgînîya xwe anîbû zimên.Bavê min ji derdorê hez dikir û yên derdorê jî jê hez dikirin.Bavê min Fakulteya Zanistên Fen xwedibû, dema ku ket hepsê Ilmên Şer’î jî xwend û îcazeta xwe stand. Her tim me jî teşwîqî ilmê dikir. Piştî ku min pola 8emîn qedand ji bo di oxira dozê de karibim bixebtim min şand medresê.Dû re digel ku îmkana wî tune bû ji bo ku ez xwe pêşve bibim min şand Misrê û Urdunê.


Nurî Gulerê ku kekê Fesîh Guler Xoce:

Fesîh Xoce di sala 1971î de ji dayik bû. Em tevde 4 bira ne û Fesîh ê sêyemîn bû. Dema ku birayê min Fesîh 4 salî bû, me ji gundê Sîpyagê mala xwe bar kir Çinarê. Dibe ku carinan min û birayên xwe dilê hev hiştibe;lê belê ew di nav me de kesê herî helîm û selîm bû û herî zêde di nav malbatê de ew dihat hezkirin.Em wek malbatê ne dûrî doza Îslamê bûn. Berîya salên 1980î jî em li Çinarê bi micadeleya Îslamî dihatin nasîn. Lê di sala 1988an de me bi şiklelî kamil micadeleya Îslamî nas kir. Di wan deman de me kitêb dikirî û dida birayên xwe. Fesîh di wan pêlan de xwendekarê lîsê bû.

Piştî ku wî doza Îslamê nas kir re bi şikleke îstîqrar di nav dozê de cî girt. Dema ku lîse qedandibû û li Diyarbekirê dest bi zanîngehê kiribû carinan dihat Çinarê. Dema ku dihat berî ku were malê diçû mizgefta li taxê û bi xwendekarên xwe re eleqedar dibû. Temamê wextê xwe li wê derê bi wan re derbas dikir. Niha jî xwendekarên wê demê dibêjin ‘Em bi xwarina hêk û bacan a ku Fesîh Xoce ji me re çêdikir mezin bûn.’ Fesîh di micadeleya Îslamî de gelek zêde jêhatî bû ku me vê jêhatîbûna wî texmîn nedikir ku ev qas zêde be.

Piştî ku di heyama zanîngehê de bûyer dest pê kirin re zextekî gelekî mezin li Mislimanan hat kirin” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî zext dest pê kirin re êdî Fesîh nema hat Çinarê.Hetta êrîşa çekdarî li wî bi xwe hatibû kirin û ji ber ku hevalê wî xwe dabû ber berika ku hatibû avêtin tiştek bi wî nehatibû û hevalê wî xazî bûbû. Di wan heyaman de gelek hevalên wî yên mîna Sertîp, Murad û Abdulcelîl hatibûn şehîdkirin.Di nav birayên de ê ku him di hepsê de him jî li derve herî zêde pê re maye û wext derbas kiriye ez im. Ez şahid im, dema ku wî li lîseyê doza Îslamê nas kir di pêvajoya pêş de ew bû parçeyeke micadeleya Îslamî û serê xwe bi tiştekî din re nediêşand. Digel ku ez jê mezintir bûm jî dîsa ew ji me temaman kamiltir bû. Hevalên wî yên ku dihatin tazîyeya wî, qala fedakarî, exlaq û îxlasa wî dikirin. Dibe ku ji ber taybetîyên wî Xweda barê Îslamê dabû li ser milên wî. Birayê min piştî ku zanîngehê qedand re di sala 1966an de li navçeya Pîrana Diyarbekirê dest bi mamostetîyê kir. Piştî demekê tayîna wî derket Diyarbekirê. Ew ji bo ku karibe di oxira Îslamê de zêdetir bixebite ji mamostetîyê îstîfa kir.Bi gotineke din dawa çi jê xwestibe temamî bi cî anî û xwe neda paş.Piştî ku îstîfa kir re jiyana wî ya muhaceratê dest pê kir ku ji ber vê yekê nikaribû werê mala xwe. Piştî salên 2000î ez jî bûm muhacir ku di vê pêvajoyê de li çend cihan em bi hev ra man. Di operasyoneke mezin a ku di wê demê hatibû kirin de birayê min û hevalên wî hatibûn girtin; lê ez xelas bûbûm. Birayê min Fesîh 73 rojan di bin binçavîyê de ma û gelek îşkence lê hatin kirin. Piştî ku ew ket hepsê 7 meh derbas bûn û ez jî hatim girtin û min şandin girtîgeha ku ew lê dima.

Di girtîgehê de 2 sal û nîv em bi hev re man. Ez gelek zêde bûm şahidîya fedakarîya wî. Digel ku 4 salan jê mezintir bûm jî di gelek mijaran de min wî ji xwe re mînak distand. Gelek mehkûm dema ku di derdê derketina derve de bûn, ew û Mela Seîd di derdê Îslam û xizmeta Îslamê de bûn. Ew bi derd û kulên hevalên xwe eleqedar dibûn. Yanî micadele ji bo wan di girtîgehê bi xwe de jî berdewam dikir.Piştî 2 sal û nîv pêşî ez û dû re ew ji girtîgehê derket. Piştî ku ew ji girtîgehê derket neda pey malê dinyayê û micadeleya xwe domand.Heta di vê pêvajoyê de ji malbata xwe gelek zêde dûr ma û di vî warî de qet teqsîr jî nedikir. Yanî ji sala 1988an bigire heta ku wefat kir di nava micadelê de bû. Min xwezîya xwe bi jiyana wî dianî. Ew him bi jiyana xwe ya di nav malbatê de û him jî bi jiyana xwe ya li derve mînak bû

Nezîr Gulerê ku birayê Fesîh Guler Xoce:

Di salên dibistana destpêkê de me bi hev re dixwand, ew her tim li min xwedî derdiket. Ji ber exlaqê xwe ya xweş her tim herî zêde yê ku jê dihat hezkirin ew bû.Dîsa di salên lîseyê de em pêkve diçûn camîyê û me dersa Qur’anê dida xwendekaran.

Ew ji bo dinyayê qet nexebitî; hetta ew ji bo dozê ciwanîya xwe, karê xwe û sihheta xwe feda kir. Lê belê tu carî ji doza xwe tawîz neda. Nexweş bû, lê belê vê yekê ji bo xwe nedikir hincet û dixebitî.Her tim di sefên pêş de bû. Ew him kekê min û him jî mamosteyê min bû. Lewra di her mijarî de min pê re îstîşare dikin û min wî ji xwe re mînak distand.

Ji ber dermanên gurçikan bi vê nexweşîya vîrusê ket. Lewra ji ber van dermanan bedena wî êdî bêmuhafeze mabû, nikaribû xwe biparêze.Dema ku nexweş bû jî di cihê xwe nedisekinî û xwe ji Îslamê re feda kiribû. Em bi kekê xwe serbilind in û em pê îftîxar dikin. Lewra wî xwe ji Îslamê re feda kiribû ku ji ber vê yekê em bawer in ew digel şehîdan e.Xweda wek mukafat wî girt ba xwe. Xweda me bike ji wan kesên ku di rêya wî de dimeşin.

Bahattîn Temelê hevaldozê Fesîh Guler Xoce:

Mihemed Bahattîn Temelê ku hevaldozê Fesîh Guler Xoceyê ku berî vê çend rojan ji ber Coronavîrusê çû rehma Xweda derheqê wî de hest û ramanên xwe û fedakerîyên ku ew ji bo Îslamê kirine kir:

Taybetîyeke wî hebû û ew taybetî gelek zêde tesîr li ser min hiştibû ku Şehîd Rêber di salên zanîgehê de derheqê wî de gotibû ‘Xortekî pir xweşik û baş e û ji bo pêşveçûnê musaîd e.’ Dema ku min vê gotina Şehîd Rêber bihîst hêj min Fesîh Xoce nas nedikir; lê belê ev gotin hezkirin û eleqeya a min a li hember wî zêde kir.Bi rastî jî dema a niha em li vê gotina Şehîd Rêber mêze dikin em dibînin gotina wî û fikra wî ya derheqê Fesîh Xoce de rast derket. Lewra Fesîh Xoce vê yekê di temamê jiyana xwe de bi fedakarî û xizmetên xwe ispat kir.Di salên 91-92yan de me hev nas kir. Wekî din bi malbatî jî me hev nas dikir. Ji ber ku di salên 1994-2004an de em di girîtgehê de man, em ji hev dûr ketin. Lê berîya hepsê me temamê xweşîkayîyên wî birayê xwe dît. Piştî salên 2004an me hev baştir nas kir û em zêdetir nêzî hev bûn.Di wan heyaman de me wesfên Xoce zêdetir didît. Ew însanekî xwendî, ehlê dawê, bi îxlas û fedakar bû. Nexasim piştî salên 2004an di nav dozê de cî girtin weke ku meriv di destên xwe de pizotên êgir bigire bû; lewra ev hareket di salên 2000î de wextên pir zor û zehmet derbas kir û îşkenceyên gelek giran û dijwar li ferdên wî hatin kirin ku ev yek jî dilmetirsîyê dida ferdan û malbatên wan. Ji ber vê yekê şert û mercên wê dewrê gelek giran bûn. Lê belê di wê heyamê de piştî salên 2005an me digel Fesîh Xoce dest bi xebatên dawetê kir. Ew pir jêhatî û fedakar bû. Yanî tu carî bi paş de gav nediavêt, wî bawer dikir ku divê em her tim gelek zêde bixebitin û vê yekê bi yên derdora xwe re jî dida hîskirin. Em bi vê kelecan û bawerîyê pêkve dixebitîn.


Fesîh Xoce di navenda xebat û xizmetê de bû û xwedî doz bû. Kêfa wî nedihat ku derkeve li ber ekranan, wî dixwast ku pişta perdê xebatên xwe bike ku her tim jî barê giran dida li ser milên xwe. Ez şexsê xwe bi xwe dema ku pê re dixebitîm gelek tiştan jê hîn bûm û min jê pir zêde îstîfade kir.

Muheqqeq şexsîyeteke her kesê ku ehlê dawê be heye. Pêxemberê me ji bo sehabîyên xwe dibêjê ‘Sehabîyên min her yek ji wan wek stêrkên li asîmanan in, hûn bidin li pey kîjan ji wan dê rêya xwe şaş nekin.’ Resûlê Xweda berê me dida sehabîyên xwe û ji me re dibêje ku wan taqîb bikin. Fesîh Xoce ji xwe sehabîyan mînak distand û wanan taqîb dikir. Di roja me de sehabî tune ne; lê belê stêrkên ku sehabîyan taqîb dikin hene. Fesîh Xoce di nava dozê de ji wan stêrkên ku kêm tên dîtin stêrkek bû.Ji ber vê yekê gelek taybetîyên sehabîyan bi Fesîh Xoce re hebûn.

Fesîh Xoce hêj ji biçûkayîya xwe ve di nava dozê de bû û tu eleqeya wî bi cahîlîyê re tune bû ku ji vê hêlê ve dişbaha Hz. Elî. Her tim helwest û sekneke wî ya bi îstîqrar hebû ku ji vê hêlê ve dişbaha Hz. Ebubekir. Bi şexsîyet û exlaqa xwe ji xortan re dibû mînak û tesîr li ser malbata xwe dikir ku ji vê hêlê ve jî dişbaha Musab bîn Umeyr.Fesîh Xoce, weke Hazretî Hubeyb gelek zêde îşkence û tehdayî dît. Bi mehan îşkence lê hat kirin. Hemd ji Xweda re wî ti carî bi paşve gav neavêt û qehremane li ber xwe da. Ez digel wî di hepsê de neman, lê belê kesên ku pê re mane digotin, ew weke Hz.Yusuf ji kesên ku di girtîgehê de diman re dibû alîkarî û bi emrê xwe yê biçûk mezinên xwe tesellî dikir.

Fesîh Xoce piştî ku ew qas sal di girtîgehê de ma û dû re derket re hema kêlîkê nesekinî û bi şev û roj ji bo Îslamê xebitî. Xweda birayê me Fesîh wekî Hz. Eyyûb bi nexweşîyê îmtîhan kir.Ji ber ku gelek zêde îşkence lê hatibûn kirin her du gurçikên wî îflas kiribûn. Ew bi sebra xwe, bi metaneta xwe, bi berxwedana xwe û bi cesareta xwe ehlê dawê bû û ew di her warî de ji hemû kesî mînak û nimûne bû.

Bila xortên me vê yekê bibînin û wî ji xwe re mînak bistînin.Bila birayên em yên di qada siyasetê de Mehmet Yavuzî û yên di qada dawetê de jî Fesîh Xoce ji xwe re mînak bistînin. Bial Fesîh Xoce baş nas bikin. Bifikirin wî çawa di emrê biçûk de beşdarî micadeleya Îslamî bû û ev qas xizmet û fedakerî kir? Bila xortên me vê yekê bibînin û wî ji xwe re mînak bistînin.Bila birayên em yên di qada siyasetê de Mehmet Yavuzî û yên di qada dawetê de jî Fesîh Xoce ji xwe re mînak bistînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.