Muslumanên Ogadenê
Muslumanên Ogadenê, li Londona paytexta Îngîltereyê, bi konferansekê xwestin dengê xwe bighînin dinyayê. Muslumanên Ogadenî, pirsên Ajansa Îlkeyê bi cewab kirin û ji tirkiyê destek xwestin.
Muslumanên Ogadenê, li Londona paytexta Îngîltereyê konferansek li dar xsit. Digel muslumanên Ogadenî temsîlkarên grûbên musluman jî tevlî konferansê bûn.
General Muhemmed Omer Osman, li ser navê civata Ogadenê ya li Îngîltereyê xeber da û bal kişand ser zulma li Ogadenê û mucadela li ber zulmê tê kirin û wiha got:
“Ez bi rêz û îftîxar, silav li mucadela mêrane ya jin û mêrên Ordiya Azad a Mîlî ya Ogadenê dikim. Şehîdên me bi rehmet û malbatên wan jî bi hurmet yad dikim. Ordiya Azad a Mîlî ya Ogadenê, bi mucadela xwe ya bi îxlas ya bi hemî îmkanên xwe yên teknîk û maddî nîşan da ku rejîma Etîyopyayê li ber wê acîz maye.”
Muslumanên Ogadenê bi piranî li Birmingham, Manchester û Londonê dijîn. Di konferansê de kultura Ogadenê jî hate nasandin. Muslumanên Ogadenê, pirsên Ajansa Îlkeyê jî bi cewab kirin û gazî kirin ku bila muslumanên Tirkiyê bibin dengê wan.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.