Muxalifên Sûrî Beyreqa Xwe a Nû Bilinddikin
Pîrekên Sûrî yên ku dixebitin alîkariya Muxalifan bikin, Beyreqa Sûrî a dinavbeyna salên 1932-1958 û 1961-1963êyan de hatiye bikaranîn bilind dikin.
Pîrekên Sûrî yên ku dixebitin alîkariya Muxalifan bikin, Beyreqa Sûrî a dinavbeyna salên 1932-1958 û 1961-1963êyan de hatiye bikaranîn bilind dikin.
Li Sûrî li gor tê zanîn qewetên Be’esê li hember muxalifan êrîşên xwe didomînin. Pîrekên Sûrî yên ku dixwazin alîkariya Ordiya Azad a Sûrî bikin ji bo ‘eskerên Ordiya Azad cilên ‘eskerî û beyreqên nû didrûn. Lê belê Beyreqên ku Pîrek didrûn û beyreqa Sûrî a niha ne wek hev e. Pîrek ji bo muxalifan beyreqa kevin a Sûrî didrûn.
Li gor vîdeoyên ketine malperên înternetê, pîrek beyreqan didrûn û di berê de kilamên ku cesaret bidin muxalifan dixweynin.
Pîrekên aktivîst di kilamên xwe de wisa dibêjin: “Ya Rebbî li cem me be! Qewetê bide me! Ji bo em karibin zikrê te bikin hizûrê bide me!. Ya Rebbî kes me seh nake! Gelî Himisî me ‘efûke! Te Rihê xwe ji bo me feda kir! Gelî Şoreşvanan sebatê bikin! Binêrin va em beyreqa xwe didrûn. Singa Şoreşvanên em bêriya şehîdiyê kiriye!” (Muhammed Sebatî / Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.