Muzakera Nukleerê
Îran Ji Muzakerên Nukleerê Bihêvî Ye
Li gor xeberan, hat diyar kirin ku Îran ji muzakereyên nukleerê bihêvî ye.
Wezîrê karên derve yê Îranê ‘Elî Ekber Salihî, mewkîdaşê xweyê Rûs Sergey Lavrovê ‘eziband. Di hevdîtinê de, meselên herêmê, rewşa Sûriye û muzakerên nukleerê hatin niqaş kirin.
Wezîr Salihî, da zanîn ku ji muzakereyên wê serê hefteya pêş de li Moskova dest pê bibe, bi hêvî ye. Salihî wiha got “Divê em di mesela muzakereyan de bi sebir bin. Lewra em di riya rast de ne.”
Der heqê muzakereyan de, sermuzakerevanê Îranê Seîd Celîlî jî, got ku muzakere wê bi telebên welatên rojava neyê bisînor kirin.
Muzakereyên nukleerê yên di navbera Îran û welatên Emrîka, Çîn, Rûsya, Elmanya û Fransa de, Ketrîn Eştina komîsera bilind ya karên derve yên yekîtiya Ewrûpa dimeşîne.
Muzakera li Beğdayê bê netîce bû, feqet qirar hatibû dayîn ku muzakera din li Moskova bê li dar xistin.
Li aliyê din hat diyar kirin, li Îranê êrîşkerên ku sûîqest li pisporên nukleerê kiribûn, hatine girtin. Li gor xeberên resmî hat gotin ku qatilên Mecîd Şehrîwarî û Mustefa Ehmedî Rûşenê pisporên nukleerê hatine girtin. Hat diyar kirin ku têkiliya êrîşkeran û Îsraîl bi hev heye. (Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.