Sizden Gelenler

Sizden Gelenler

Nalîna Muslumana Tê

Nalina muslumana tê

Dengê dîl û xezana tê

Îro ji ‘alem çar teref

Emê çi bikin ji heyatê


Bira îro em hêsîr in

Destê kufrê de heqîr in

Li her der em peza kêr in

Emê çi bikin ji heyatê


Millet cahil û nezan e

Di bin zulmê de raza ne

Ji lew xwîna me erzan e

Emê çi bikin ji heyatê


Ev çend sal e li ummetê

Kufur dike hakimyetê

Piştî hukmê şerî’etê

Emê çi bikin ji heyatê


Binêre ger muslumanî

Dewleta Îslamê kanî

Bi vî halê perîşanî

Emê çi bikin ji heyatê


Her yek em şah û emîr bin

“Teftezan”ê ‘ilmê dîn bin

Musluman piştî hêsîr bin

Emê çi bikin ji heyatê


Ji ber vê me serî hilda

Li her bajar û her gunda

‘Eşqa şehadetê li dil da

Emê çi bikin ji heyatê

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.