Navên eskerên ku jiyana xwe ji dest dabûn diyar bû
Li Diyarbekirê hûrgiliyên êrîşa bombeyi ya ku di dema derbasbûna wesayîta leşkeran de li otobûsa leşkeran hat kirin derdikeve holê û her wiha navên eskerên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane diyar bû.
Li Diyarbekirê êrîşa bombeyi ya ku di dema derbasbûna wesayîta leşkeran de li otobûsa eskeran hat kirin. Di encama vê êrîşê de 7 esker jiyana xwe ji dest dan. Her wiha him hûrgiliyên êrîşê derket holê him jî navên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji destdabûn diyar bû.
Navên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji destdabûn wihaye: Halît Zîlanî Çelîk, Kadîr Gorgulu, Recep Bodur, Fatîh Yenîay, Mustafa Bîlgîlî, Mustafa Nerkîz, Oguz Arslan.
Gor agahiyên hnatine bidest xistin di Rêbeja Diyarbekir-Çewlîgê de otobûsa personelên leşkerî piştî lêgerîna li rê ket ku biçe Qereqola Cendirmeya Mermerê. Li vê qonvoyê di derdora saet 09.30an de nêzê Gundê Alî Bardakî êrîş hat kirin.
Ji ber dengê teqînê otobûs wergeriya nav zeviyê. Di encama vê yekê de 7 eskerên ku di nav wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dan.
Piştî êrîşê di ciyê bûyerê de tedbîrên ewlehiyê hatin girtin. Ji bo bê zanîn ku teqînekê din heye an ne dîsa lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de hat diyar kirin ku ev teqîn bi qumandeya dûr ya ku 700 mêtre ji rê dûr di nav baneyê de hatiye teqandin. Her wiha hat diyar kirin ku di vê teqînê de tonekê amonyonhîdrat hatiye bikar anîn.
Di bergeha lêpirsîna ku derhaqê vê bûyerê de hatibû destpê kirin de personelên petrola nêzê ciyê bûyerê û xwediyê zeviyê hatinbinçav kirin.
Di ciyê bûyerê de tehqîqat didomin û rê jî ji trafîkê re hatiye girtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.