“Ne bi hiqûqê bi fermanê ceza hat dayîn”

“Ne bi hiqûqê bi fermanê ceza hat dayîn”

Malbatên mexdûr ên naskirîyên wan ên ku ji teref daraza FETO û 28ê Sibatê ve hatine mahkûmkirin destnîşan kirin ji naskirîyên wan re ne bi hiqûqê bi fermanê ceza hatiye dayîn û daxwaz dikin ku rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.

Tekîn Degîşgeç û Hayrettîn Beçeneyê ku ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî hatine girtin digel ku dozger û hakimê FETOyîst ên ku ceza dane wan hatibin girtin jî hêj tên mexdûrkirin.

Mehmet Degişgeçê 80 salî yê ku bavê Tekîn Degîşgeç e destnîşan kir bes ji ber ku lawê wî li mizgeftê dersa Qur’anê daye ev 17 sal e ku di girtîgehê de tê girtin û ew ji ber nexweşîya xwe ev 3 sal e ku nikare biçe dîtina lawê xwe.

“Lawê min belesebeb ji me dûr hatiye xistin”

Bav Degişgeç ,di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew dozger, hakim û polêsên ku lawê wî dane girtin niha tev ji FETO hatine girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di van 3 salên dawî de ez 5 caran amelîyat bûm., digel ku lawê min nêzî min be jî, ji ber nexweşîya xwe ev 3 sal e ku ez nikarim biçim dîtina lawê xwe. Me ne heyfa min e? Lawê min bes di camîyê de dersa Qur’anê da zarokan. Serokomar ji me re qencîyê bike  û  zarokê me serbest berbide em ê kêfxweş bibin. Ger Serokomar vî halê min ê perîşan dîtibana ew ê ji min re bûba alîkar. Lawê min belesebeb ji me dûr hatiye xistin ku ev yek min perîşan kir. Ez zehmetîyê dikşînim ku birêve biçim. Xanima min a ku li min dinêre jî bi nexweşîya şekir ketiye.”

 “Dema ku kekê min  hat girtin lawê wî yê ku 3 salî bû niha leşker e”

Enes Degîşgeçê ku birayê Tekîn Degîşgeç e jî derbarê kekê xwe de diyar kir tu sûcê ku derheqê kekê wî de hantiye îsbatkirin tuneye û dû re wiha got: “Ez dixwazim ku kekê min ji nû ve bê darizandin. Dema ku kekê min  hat girtin lawê wî yê ku 3 salî bû niha leşker e û yê sê mehî jî 17 salî ye. Sê zarokên wî hebûn û niha tev mezin bûne, lê ew hêj di girtîgehê de tê girtin.”

Hatîce Degîşgeça diya Tekînî derbarê mijarê de diyar kir ew dixwaze ku lawê wê ji nû ve bê darazandin, ew ne efûyê edaletê dixwazin.

 “Ew ê li Mahkemeya Kubrayê hisabê bidin”

Nusrettîn Beçeneyê kekê Xeyredîn Beçene ye diyar kir birayê bi kumpas û komployan hatiye cezakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “

28ê Sibatê darbeyeke ku bi temametî li kesên bawermend û xwedî îtîqad in hat kirin. Di pêkanîna vê darbê de gelek kes-çapemenî, leşker, weşan-  cî girtin û ew kesên ku ji qalemên wan jehr diherikî Mislimanên wê demê ji xwe re kirin hedef. Li ser rûyê vê erdê mehkemeyeke ku ji zilma ku ev kes kirine re ceza bide tuneye. Ez ji dil û can bawer dikim  ku ew ê li Mahkemeya Kubrayê hisabê bidin. Gelek Misliman wê demê belesebeb hatin xistin girtîgehê.”

 “Ne bi hiqûqê bi fermanê ceza hat dayîn”

Beçene di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên ku ji dozên Ergenekon û Balyozê dihatin darizandin tev hatin berdan, ji bi sedan kesên wekî birayê wî re bi îşkenceyan kaxid hat îmzekirin û ceza ji wan re hat dayîn. Beçenek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew kesên ku ceza dan  ne bi hiqûqê bi fermanê ceza dan. Edaleta Îlahî… Exlebeyê wan kesên ku ceza dan birayê min di hundir de ne û exlebeyê wan jî fîrar kirinç Bi rastî jî ger edalet hebe bila birayê min û hevalên wî ji nû ve bên darizandin û ger sûcekî wan hebe bila di girtîgehê de bin; lê ger sûcekî wan tunebe bila bên berdan.”

Amîne Beçeneya dêya Xeyreddîn Beçene  jî derbarê mijarê de diyar kir lawê wê ev 18 sal e ku bêsûc û bêsebeb di girtîgehê de tê girtin û ew dixwaze ku lawê wê ji nû ve bê darizandin.

ÎLKHA






















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.