Nerazîbûna Li Ber Afîşên Ğeyrî Exlaqî

Nerazîbûna Li Ber Afîşên Ğeyrî Exlaqî

Li Diyarbekirê hinek afîşên ku dûrî exlaq û ğîreta xelkê kurdan e, li bîlbordan aliqandin. Li ber afîşên ğeyrî exlaqî bertek hatin nîşandan. Welatî îfade dikin ku afîşên weha ji bo xurifandina civatê qestî tên aliqandin.

Li Diyarbekirê hinek afîşên ku dûrî exlaq û urf û ğîreta xelkê kurd in, bi bîlbordên nav bajêr hatine aliqandin. Bertek û nerazîbûnên li ber van afîşan zêde dibin. Welatî îfade dikin ku afîşên weha, heqareta li urf û exlaqê millet e û ji bo xurifandina civatê qestî tên rastkirin.

Welatiyan îfade kir ku divê îdareyên herêmî li ber van tiştên dûrî exlaq û ğîret û muqeddesatên xelkê bisekinin û destûrê nedin ku bên rastkirin.

Evan afîşên ğeyrî exlaqî civakê dejenere dikin, êrîşî ciwanî û malbatê dikin. Nexasim li bajarên bakurê Kurdistanê tên rastkirin. Ev jî pirsa ku gelo projek tê meşandin tîne hişê însên.

Welatî tînin ziman ku divê belediye çavên xwe li ber van rezaletên ku li jin û exlaq û ğîreta kurdan in negre û afîşên rezaletê ji bîlbordan bide rakirin.

Wekî tê zanîn par li Mêrdînê li medreseyê, defîle hatibû dayîn, digel bertekên xelkê walîtiyê dîsa destûr dabû defîleyê. Li Diyarbekirê jî hatibê xwestin ku bi ser navê pêşbirka xweşkahiyê rezalet bê lidarxistin. Li ser tepkîyan pêşbirk hatibû betalkirin. Her wiha li Rihayê teşebbusa konserê, li İntabê jî bi desteka belediyê festîvala fistiqan a bi defîleyê, tev nîşan didin ku li welêt exlaq û ğîret û muqeddesat û bawerîya xelkê dîndar bi tiştekî nayê hesibandin. Tiştê balkêş ew e ku evan rezalet ya bi desteka belediyan tên kirin an jî ji bêdengiya belediyeyan tên rastkirin.

cinarinsesi.com

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.