Nerazîbûnên Li Ber Wehşeta Îsraîlê

Nerazîbûnên Li Ber Wehşeta Îsraîlê

Jenosîda îsraîlê ya lı ser ğezzeyê dewam dıke. jı ber vê yekê lı seranserê dınyayê protesto tên rastkırın, jı xelkê ğezzeyê re destek tên nîşandan.

Jenosîda Îsraîla xusran ya li ser Ğezzeyê tê rast dike li New Yorka bajarê Emrîkayê hat telînkirin. Di nav wan de yahûdî jî ji dîn û milletên cûda gelek kes li ber bînayên kanalên CNN û FOX NEWSê civiyan. Qerebalix sloganên “Ğezze! Em li vir in”, “Em tev Filistîn in” avêtin. Ji ber ku xeberan bi teref didin, kanalên CNN û FOX NEWSê jî protesto kirin.

 


Li Prîştîneya paytexta Kosovayê jî protesto hat rastkirin. Protesto ji aliyê Hereketa Îslamê ya Kosovayê ve hat tertîbkirin. Protesto bi slogana “Kosova destekê dide Filistînê” hat rastkirin. Xelkê xwest ku bila ji heqê azadiyê yê xelkê Filistînê re rêz û hurmet bê nîşandan.

 


Protestoyek jî li Beyrûta paytexta Lubnanê hat tertîbkirin. Protestovanan li caddeyeke herî likar, zencîra însên pêk anîn û ji bo Ğezzeyê destek nîşan dan, di aleyhê qetlîaman de slogan avêtin. Hat xwestin ku alema Îslamê li ber êrîşên siyonîstan bibin yek. Protestovanan alayên Filistîn, Tirkiye û Lubnanê hilgirtin.
Li Londona paytexta Îngîltereyê jî, millet li ber qetlîamên rejîma terorê û helwesta welatên ğerbî yên ku piştevaniya Îsraîla qatilê gedan dikin nerazîbûna xwe nîşan dan. Protesto li ber sefaretxaneya Îsraîlê hat kirin û nêzî 2 saetan dewam kir. Welatiyên Tirkiyê û yahûdiyên dijberê siyonîzmê jî tevlî protestoyê bûn. Sloganên wek “Ji Filistînê re azadî” “Li Ğezzeyê bila qetlîam bidawî bibe” avêtin.

 


Li Berlîna paytexta Elmanyayê jî wehşet û qetlîamên Îsraîla xusran hatin protestokirin. Protesto ji aliyê Komîsyona Xebatê ya Mîllî ya Berlîn û Filistînê ve hat rastkirin. Protestovan meşiyan û sloganên “Li Ğezzeye zarok dixwazin bijîn” “Heta Ğalîbiyetê Ğezze” “Elmanya fînanse dike, Îsraîl bombardiman dike” avêtin. Protestovanan xwest ku Elmanya firotina sîlehan ya li Îsraîlê bisekinîne û alayên Filistîn û Tirkiyê hilgirtin.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.