Neteweyên Yekbûyî ji ‘pêşnûmaya qanûna îdamê” re bertek nîşan da
Neteweyên Yekbûyî ji ‘pêşnûmaya qanûna îdamê” ya ku ji bo îdamkirina Mislimanan di parlementoya siyonîstên îşxalker de hat qebûlkirin re bertek nîşan da.
Pêşnûmaya qanûna îdamê ya ku bo Mislimanên Fîlîstînê ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatibû amadekirin di dengdayîna ku li parlementoya îşxalê hat kirin de hat qebûlkirin.
Di dengdayîna ku hat kirin de 49 kes pêşnûma red kirin û 52 kes jî qebûl kirin. Neteweyên Yekbûyî ji ‘pêşnûmaya qanûna îdamê” ya ku ji bo îdamkirina Mislimanan di parlementoya siyonîstên îşxalker de hat qebûlkirin re bertek nîşan da.
Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin de derbarê mijarê de weha hat gotin: “ Îdam li dijî rûmeta însan e û sepaneke rezîl û dereînsanî ye.”
Her wisa derbarê mijarê de ji teref Heyeta Karên Êsîran a Fîlîstînê jî daxuyanîyek da û diyar kir “Ger ev qanûn bê tetbîqkirin divê mehkemeyên leşkerî bên boykotkirin. Mehkemeyên îşxalê cezayên neheq didin. Nayê qebûlkirin ku bê derketin mehkemeyeke ku ji êsîrekî Fîlîstînî re cezaya îdamê bide.”
Komaleya Waadê ya li Xazzê jî qebûlkirina pêşnûmaya qanûnê wek “rewşeke xeternak” wesfand.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.