Newaya mutrib û çengê
Newaya mutrib û çengê
Newaya mutrib û çengê Fiğan avête xerçengê
Were saqî heta kengê neşûyîn dil ji vê jengê
Heyata dil meya baqî bînoşîn da bi muştaqî
“Ela ya eyyuhe-s saqî Edîr ke-sen we nawilha”
Ku katib dêmî cedwel kit şikeste xet muselsel kit
Ji yek herfan mufessel kit kî yê vê muşkilê hel kit
Dizanî rûd û ‘ûd ewwel çi tavêtin surûd ewwel
“Ki cişq asan numûd ewwel Welê uftad-i muşkilha”
Ji mihra wê şefeqse’dê şêrîn le’lê şekerwe’dê
Dinalim şubhetê re’dê cecîb im lê ji vê cecdê
Ki dil ra tab-i her çîneş bi kufrê mîbered dîneş
“Zî tabî cecdî muşkîneş çi xwun uftad-i der dilha”
Di vê taqê di vê xanê me ceyş û êminî kanê
Kesê dest dit ji dewranê nîhalek vê gulistanê
Der ağûşeş çu mîared ki ez dil caneş buspared
“Ceres firyad-i mîdared ki ber bendîd-i mehmîlha”
Bi Quranê bi ayatê eger pîrê xerabatê
Bebêjit secde bîn Latê murîdên wî dibin qatê
Murîd er bê beser nebwed zi fermaneş bider nebwed
“Ki salik bêxeber nebwed zi resm û rah-i menzîlha”
Ji vî zulmat û deryayê ji mewcan qet xeber nayê
Şikestî keştiya bayê cecacê wê şefeq dayê
Ji herfan mah û sal-i ma nehat der şeklê fal-i ma
“Kuca danend-i hal-i ma Sibikbaran-i sahîlha”
Me ra ji ewwel çi bir xamî kişand axir bi bednamî
Ji rengê “Secdî” û “Camî” ji şuhret pê hesîn camî
Bi deng û bang û awazê dibêjit neğmeya sazê
“Nihan key manedan razê Kez û sazend-i mehfîlha”
Ji “Hafiz” “Qutbê Şîrazî” “Mela” fehm er bikî razî
Bi awazê ney û sazî bibî ber çerxê perwazî
Tuzed min hubbîha-s sefwa bihi ehlu-l hewa neşwa
“Meta ma telqe men tehwa deci-d dunya we-ehmilha”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.