Nêzê 50 hezar însan mecbûrî koç kirin
Saziyên Civakiyên Siwîl yên Amedê diyar kirin li Amedê piştî ku berîqet ji nû ve hatin saz kirin û çal ji nû ve hatin vedan nêzê 50 hezar însan mecbûrî koç kirin
Li Sura Amedê 59 roj in ku qedexeya derketina derve didome. Ji ber ku ji nû ve berîqet hatin saz kirin û kort hatin vedan qedexeya derketina derve hat berfireh kirin. Bi vê yekê re endîşe û diltirsiya gel zêde bû. Ji ber vê yekê Serokê Şaxa Amedê ya Dîyanet-Senê Omer Evsen vê yekê nirxand û diyar kir ku nêzê 50 hezar însanan koç kirine. Divê ku dewlet mexdûriyeta gel çareser bike.
Evsen bal kişand ku ji bo pevçûnan qadên nû hatine vekirin û her wiha di bin navê azadiyê de PKK, xelkê mexdûr kiriye.
“Piştî xelas bûna pevçûnan xelk dê dîsa bimîne bê mal”
Evsen diyar kir ku stratejiya berîqet û kortan ê PKKê çewt bû. Dûvre Evsen axavtina xwe wiha domand: “Kesên ku çalan vedane divê bibînin ku ev yek çewt e. Ew bixwe jî dizanin ku ev siyaset çewt e.”
Evsen diyar kir divê ev mexdûriyet were çareserkirin. Dûvre Evsen wiha pê de çû: “Li Surê cara ewil 20 hezar însan koç kirin. Cara 2 yemîn 10 hezar însan koç kirin. Niha li Amedê nêzê 50 hezar însan an li cem cîranê xwe dimînin an jî li cem xizmên xwe. Piştî xelas bûna pevçûnan xelk dê dîsa bimîne bê mal. Ji ber vê yekê dewlet divê ku demildest hewcedariya gel a sitirînê û dûvre ya cil û bergê çareser bike. Her wiha divê ku dewlet di bergeha SODESê de kesên bê kar hilîne îşê.”
“Dewlet çawa ku alîkariyê Sûrî dike û şarederî jî çawa ku alîkariya Êzidiyan dike divê ku bi heman şiklê alîkariya gelê Surê were kirin”
Evsen bal kişand ku çawa ku dewlet alîkariya Surê dike divê ku bi heman şiklê alîkariya xelkê Surê jî bike. Evsen wiha destnîşan kir: “Dewlet ji Suriyeyiyan re dêmên ku ji konteyniran pêk tên saz kir. Şaredarî jî bi heman şiklê ji Êzidiyan re vê yek kir. Dewlet dema ku ji gel re bibêje li çareseriya serê xwe binêrin. Ev yek dê bibe sedema trewmayê. Xelkê Surê bes ji kesên ku di navçê de rudinên pêk nayê. Jimara gelê Surê bi roj 400 hezar bi şev jî 50 an jî 60 hezar kesan pêk tê. Ji ber vê yekê qasê xelkê Surê 5 carê wê jî abaoriya xwe ji navçeya Surê têr dike.”
Evsen wiha dawî li axavtina xwe anî: “Dewlet çawa alîkariya Sûriyeyiyan kir divê ku bi heman şiklê alîkariya xelkê Surê bike. Şaredarî çawa alîkariya gelê Şengal û Kobaniyê kir. Pêwîst e ku bi heman şiklê alîkariya xelkê Surê bike.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.