Nêzî 100 hezar Nisêbînî ji navçê koç kir
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê berî ku qedexe bê ragihandin nêzî 100 hezar kesî ji navçê koç kir.Xelkê navçê yê ku ku ji ÎLKHAyê re axivî “ Em li memleketa xwe bûn muhacir.Ne mal ne kar ne jî hêza me ma.Xwedê Teala heqê me nehêle.”
Her weke ku tê zanîn li Nisêbînê ji bona barîkatên ku ji teref PKKyiyan ve hatibûn danîn bên rakirin û çalên ku hatine vedan bên girtin ji seat 24.00an pê ve qedexeya derketina derve hatibû îlankirin.
Xelkê navçê yên ku ji bona nebin hedefa operasyonan diçin cihên bi ewlehî yên mîna Midyad, Artuklu û Qoserê.Li navçê hat dîtin kesên ku mecbûr dimînin ji navçê koç bikin bi şikleke kelegirî ji navçê diveqetin.
“Rebbê min heqê me li ba wan nehêle”
Kesekî bi navê Selman Kardaş yê ku mecbûr mabû ji navçê koç bike ji rewşê re bertek nîşan da û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Li navçeya ku nifûsa wê 120 hezar e tev de 10 hezar kes nemaye.Kesên ku îddîa dikin ji bona xelkê derketine vê rêyê bûn sebeb ku xelk bibe muhacir.Li gor min êdî tiştek ji bona gotinê nema. Hûn halê Nisêbînê dibînin. Ma ne heyf e, çi dixwazin ji vî xelkî. Ew kes îddîa dikin van tiştan ji bona me dikin. Ka ji bona me bû? Hûn berê me dan ser rêyan.Ne kar û ne jî malê me ma.Gelek kes bi şikleke kelegirî mala xwe terk kir. Dibe ku ev cara dawî be em Nisêbînê bibînin.Kesên ku bang dikirin Kobanî Kobanî, Nisêbînê jî wê bixin mîna Kobanê.Dibê ku li Nisêbînê kevir li ser kevir nemîne. Ma heqê me ev bû? Qenciya ku ew ê ji me re hatiba kirin ev bû? Rebbê min heqê me li ba wan kesên ku ji vê yekê re bûne sebeb nehêle.”
“Hemû kesî perîşan kirin”
Ji nîştecihên navçê Remzîye Kartal jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Qedexeya derketina derve heye.Hemû kes çû û em ê jî biçin Mêrdînê.Ji Xwedê Teala pê ve ji tu kesî tirsa me tune ye. Rebbê min heqê me li ba wan nehêle.Em wan hewaleyî Xweda dikin. Heger ew di rêyeke rast û heq de bana îro xelk nediketin rêyan û koç nedikirin. Hemû kesî perîşan kirin. Rebbê min kîjan bi xêr be wê bixe nesîbê me.”
Li navçê nêzî 250 PKKyî heye
Hat diyarkirin li taxên Zeynelabîdîn, Yenîşehîr, Dîcle, Firat û Abdulkadîr Paşayê ji 200î zêdetir çal û barîkat hene û nêzî 200 ton teqemenî jî li navçê hatiye bicîkirin.Her wiha nêzî 250 PKKyiyên çekdar jî li navçê heye.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.