Nisêbînî nizanin çi bikin
MÊRDÎN - Gelê nisêbînê ya ku bi destûra taybet têkevin nav navçeyê dema malên xwe yên kavilbûyî dît pir heyirî û gel destnîşan kir ew wek niştecî nizanin çi bikin.
Li navçeya Nisêbînê ya ku ji 14ê Adarê pê ve qedexeya derketina derve ji teref Walîtiya Mêrdînê hatibû îlankirin ji bo ku berîqet werin rakirin û çal werin tîjekirin operasyon destpêkiribû. Di encama vê operasyonê de li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê ji 3 hezaran zêdetir avahî xirab bûne.
Nişteciyên navçeyê bi destûra ku ji teref Walîtiya Mêrdînê ve wek destûra taybet tê dayîn têkeve navçeyê. Nişteciyên ku dixwazin têkevin navçeyê piştî kontrola nasname û wesayîtan ew têkevin navçeyê.
Bihayê kirêyan zêde bûye
Li navçeya Nisêbînê ji 3 hezaran zêdetir avahî xirab bûne. Ev yek jî pirsgirêka avahiyên kirêkirî derêxist holê. Malbatên feqîr nikarin gor rewşa xwe ya aborî mal peyda bikin. Ji ber vê yekê wan destnîşan kir ku beriya qedexeyê kirê di nabeyna 200 û 400 lîreyan de bû. Niha kirêya avahiyan ji 700 lîreyan dest pê dike heta 1000 lîreyan derketiye. Gel destnîşan dike ku ev yek zilm e.
Gelê ku nekariye avahî kirê bike daxwazkir ku rêvebir ji bo vê yekê demildest çarekî bibînin. Kesên ku dagerane navçeyê hewl didin ku eşyayên xwe yên saxlem ên di nabeyna molazan de xilas bikin.
“Tu tiştekî min nema”
Ji nişteciyên taxê A.K, diyar kir ku ji xwe bes avahiya wî wek mal hebû û ew jî xirab bûye. Dûvre A.K, wiha axivî: “Me beriya qedexeyê malên xwe terk kir. PKKyiyan ji ber ku di heyama şerê de malê emilandine texrîbat çêbûye. Tu tiştekî ya ku bê bikaranîn nemaye. Tu tiştekî min nemaye. Bes mala me ne mala herkesên li taxê xirab bûye.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.