Nûceyfî: Divê gavek zûtir Bexda budçeya Kurdistanê bişîne
Nûceyfî: Divê gavek zûtir Bexda budçeya Kurdistanê bişîne
Piştî pêkhatina hikûmeta Iraqê ev çend şand in ku tên Herêma Kurdistanê. Îro jî Usame Nuceyfî Cîgirê Serokomarê Iraqê hat Silêmanî û serdana Nûşîrvan Mistefa damezrînerî tevgera Goran kir.
Piştre jî Usame Nuceyfî çû serdana Berhem Salih ku aşkera dibe peyamek digihîne rayedarên Herêma Kurdistanê.
Nuceyfî got, divê Bexda di demeke nêzîk de budçeya Herêma Kurdistanê bişîne. Lewre gelê ku li Herêma Kurdistanê dijîn welatiyên Iraqê ne. Nucefî dibêje divê gavek zûtir kêşeyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê çareser bibin û bi taybet jî mijara firotina petrolê.
Rûdaw
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.