Obama: Emê li her derî li dijî DAIŞê operasyonan li dar bixin
Serokê Amerîka anî ziman ku ew ne tenê li Iraqê dê li dijî Sûriyê jî êrişî DAIŞê bikin û di vê yekê de qet dudiliyê nakin.
Serokê Amerîkayê Barack Obama ragihand, Amerîka dê operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê bide destpêkirina û wiha got: “Hedefa me zelal e:Destpêkê emê wê bidin paşvekişandin paşê jî emê ji nav bibin.”
Weke ku dihat çaverêkirin, Barack Obamadi peyama xwe de ku îro saet 04:00 sibê bi dema Hewlêrê li Koşpa Spî pêşkêş kir, stratejiya xwe ya li dijî DAIŞê eşkere kir û da zanîn ku dê operasyon û êrişên hewayî yên li dijî DAIŞê li Iraqê bidomin û got, ev êriş dê li dijî çeperên DAIŞê “li her derî” bên kirin.
Serokê Amerîka anî ziman ku ew ne tenê li Iraqê dê li dijî Sûriyê jî êrişî DAIŞê bikin û di vê yekê de qet dudiliyê nakin.
Barack Obama diyar kir ku di şerê li dijî DAIŞê de nikarin bi Beşa Esed bawer bikin û ragihand, li şûna rêjîma Esed dê bi hêzên dijbereyê re kar bikin.
Obama tekez kir ku Amerîka nehêle ew rêxistinên ku li ser ewlehiya wî welatî tehdîd in, bimînin û dê li dijî wan her çalakiyekî bike.
Li gorî Obama, eger Kongreya Amerîkayê destê wî di şerê li dijî DAIŞê vekirî bihêle dê memnûn be lê eger Kongre nehêle jî ew dikare fermana vê êrişê bide.
Barack Obama da zanîn, dê 475 leşkerên xwe bişînin Iraqê lê ew leşker dê rola şêwirmendiyê ji bo artêşa Iraqê bilîzin û yekser tevlî şer nabin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.