Operasyon û Şer

Operasyon û Şer

Ê Azar û Xisar Dibîne Millet E

Xeberan diyar kir ku li bajarê Agirî, di nav bera esker û mensûbên PKKê de, şer derket. Di şer de 3 PKKyî hatin kuştin. Şer li çiyayê gundê zorava qewimî. Di rojên borî de, di riya Ebexê de 11 wesaît hatibûn şewitandin. Heta niha 16 tir, ji teref mensûbên PKKê ve hatine şewitandin.

Her wiha li Lîçana gundê Miksê jî, di şer de mensûbek PKKê hatiye kuştin yek jî birîndarî hatiye girtin. Du roj berê jî li Geverê, du mensûbên PKKê hatibûn girtin. Hat îddîa kirin ku ev her dû kes, bi plan û sîlehên ji bo êrîşan re hatine girtin. Bi wan re û di wesaîta wan de, malzemên teqînê, sîleh û fîşekê wan, planên êrîş û sûîqestê hatine girtin.

Li Dêrsimê jî, di operasyonan de, eskerek pêl mayinê kir û can da. Eskerek jî birîndar bû. Li Şemzînana Colemêrgê jî, gava ku konvoya polîs derbas dibe, mayinek ji dûranî ve tê teqandin. Di teqînê de, tiştek bi kesî nehat. Li ser hadîseyan operasyon hat rast kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.