Operasyona Mûsilê dest pê kir
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî destnîşan kir operasyona xelaskirina Mûsilê ya ji destê DAIŞê dest pê kiriye.
Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî di daxuyaniya ku da de destnîşan kir operasyona Mûsilê dest pê kiriye û dê tenê polês û hêzên artêşê têkevin navenda bajêr.
Li gor agahiyên ku hatine wergirêtin heta niha 7 gund ji teref Pêşmergeyan ve ji DAIŞê hatine rizgarkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.