Otobusa rêwîyan qulibî: 6 mirî 30 birîndar
Li ser Rêbeja Bingol-Mûşê otobusa rêwîyan qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 6 rêwî jiyana xwe ji dest dan û 30 rêwî jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ji ber berfa ku ev du roj in bênavber berdewam dike otobusa rêwîyan a plaqeya 34 DF 3668 a ku aîdî fîrmaya Mûş Turê ye li ser Rêbeja Bingol-Mûşê qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de de 6 rêwî jiyana xwe ji dest dan û 30 rêwî jî birîndar bûn.
Rêwîyên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Hûrgilî tên…
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.