Padîşahê Aqilmend yê Îslamê: Aliya Izetbegoviç

Padîşahê Aqilmend yê Îslamê: Aliya Izetbegoviç

Padîşahê Aqilmend Aliya Izetbegoviçê ku li hember jenosîda ku Sirban dabûn destpêkirin li berxwe da û di dawiyê de têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar kir, di 97emîn salvegera hatna wî ya dinyayê de bi rehmet tê yadkirin.

Aliya Îzzetbegovîcê ku bi zanîna xwe ya kûr wekî "Mirovê Aqilmend" tê nasîn, di jiyana xwe ya 78-salî de gelek tişt ceriband. Aliya ku demên dijwar derbas dikir digot, "Ez misilman im û dê wisa bimînim. Ji ber ku îslam navê din e ji bo her tiştê ku ji bo min xweş û hêja ye ..." û tu carî ji bawerî û têkoşîna xwe ya ji bo vê dozê paşve gav neavêt.

Aliya Îzzetbegovîc di sala 1925an de li bajarê Bosanska Krubaya li rojavayê Bosna Hersekê ji dayik bû, piştî salên dibistana navîn û zanîngehê demek dirêj di zindanê de ma.

Wî ji ciwantiya xwe dest bi xebatên Îslamî kir

Aliya Izetbegoviçê ku ji ciwaniya xwe bi xebatên îslamî û pirsgirêkên Misilmanan re eleqedar bû, bi hin hevalên xwe re ji bo nîqaşkirina mijarên Îslamî Klûba Ciwanên Misilman (Mladi Muslimani) ava kir. Dema ku wî ev klûb damezrand ew şazdeh salî bû. Kesayetiya wî ya çalak û hilberîner bû sedem ku ev klûbê ramanê veguheze klûbek çalakiyê. Klûba Ciwanên Misilman berîya Herba Cîhanê yê Duyemîn pêşengiya çalakiyên perwerdehî û xêrxwazî ​​dikir, di salên şer de ji wan kesên hewcedar re alîkarî kir.

Di 13ê Çileya 1946an de Yûgoslavyayê serxwebûna xwe bi dest xist. Lêbelê, alîgirên alîgirê Partiya Komunîst piştî serxwebûnê rêveberiya welêt girtin. Ji Îzzetbegovîç re di sala 1946'an de ji ber endametiya Klûba Ciwanên Misilman 3 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Aliyayê ku xwe spart lêkolînên zanistî, bi hevalên xwe re Manîfestoya Îslamî weşand. Ev pirtûk bandorek mezin li derdorê kir. Ji Îzzetbegovîç re bi sûcdarkirina avakirina komareke îslamî li nîveka Ewrûpayê 14 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.

Pêvajoya 5 salane ya zindanê tesîreke mezin li ser jiyana wî kir

Biryara mehkûmkirinê bandora pirtûkê li ser gelê Bosna zêde kir. Cezayê wî hat daxistin 11 salan. Lê di sala 1988an de hate berdan. Girtina wî ya pênc-salî (1983-1988) bandorek girîng li ser jiyana wî kir. Di girtîgehê de, gelek derfetên wî hebûn ku bifikire û ramanan çêbike. Di vê heyamê de, pirtûka wî ya navdar " Di Navbera Rojhilat û Rojava de Îslam" hat weşandin. Derketina wî ji zîndanê hevdem bû bi wê dema ku Yûgoslavya di pêvajoya perçebûnê de bû. Aliya Îzzetbegovîc jî li Komara Xweser a Bosna Hersekê SDA ava kir û wekî rêberê wê hat hilbijartin. Ew bi serketina hilbijartinên giştî yên ku di 5ê Kanûna 1990an de pêk hatin, wekî serokê dewletê hate hilbijartin. Di encama referandûma ku di 1ê Adara 1992yan de hat kirin, Bosna Hersekê serxwebûna xwe îlan kir. Wî ji wê berxwedana li dijî kiryarên qirkirinê yên Sirb û Kroatan re pêşengtî dikir.

Ciwan ji deverên cuda yên cîhana îslamê ji bo rawestandina qirkirinê ber bi Bosna ve diçûn. Vê berxwedan û şer di nav misilmanên Bosna Hersekê de jî hişmendiya îslamî zêde kir. "Di sala 1995an de Peymana Dayton hat îmzekirin û herb bi dawî bû. Peymanê ji sedî 51ê axa Bosna Hersekê da Misilman û Xirwatên Xiristiyan, ji sedî 49ê wê jî da Sirbên Bosna Hersekê. Her wiha hat destnîşankirin ku divê rêveberî di navbera van hersê gelan de were parvekirin. Di hilbijartinên 1996an de, Aliya ji bo meclîsa serokatiyê ya sê alî hate hilbijartin. Di sala 2000î de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dev ji serokatiyê berda.

Bi destê Xerba ku ji Îslamê re neyartî dikir Sirban li herêmê qirkirin û jenosîdê kirin

Mirovên li dorê avê an jî li sûkê li ber çavên dinyayê bi komî hatin qetilkirin. Xanî, mizgeft, berhemên dîrokî hatin hilweşandin; Cîhan li vê yekê temaşe dikir. Di rojên herî xedar ên şer de, dema ku zarok hatin kuştin, jin rastî êrîşan hatin, û Bosna di xwînê de ma, Îzzetbegovîc ferman dida leşkerên xwe ku tu carî dest nedin perestgehên kesên din, sivîl, jinan. Li Srebrenîtsayê ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de bû, di şevekê de herî kêm 8 hezar kes hatin kuştin ku wê demê raya giştî ya cîhanê û organên medyayê xwe li hember van êrîşan xwe kerr û lal kirin.

“Bi Xwedê, em ê nebin kole”

Bosniyan bi Peymana Daytonê ya ku di 21ê Çiriya Paşîn a 1995an de di bin serokatiya Aliya Îzzetbegovîc de hat îmzekirin, dewleta xwe li ser pîyan girtin. Alîyayê ku beriya ku di Çiriya Paşîn a 1995an de biçe Dayton bajara Amerîka van gotinên jêrê ên ku dê dîrok wekî ders û ibret ji nifşên pêşerojê re bibêje digot:

“Bi Xwedê Teala, em ê nebin kole. Dema ku ez diçim Ewropayê, serê xwe naxwin ber xwe û naçim. Lewra me zarok, jin û pîr nekuştine me êrîşî tu cîhê pîroz nekir. Lêbelê wan hemî van tiştan kirin. Dema ku vê yekê kirin li ber çavên Xerbê li ser navê medenîyeta Xerbê kirin.”

Alîya Îzzetbegovîçê ku xwe spartibû Xweda û ji bo Îslamê micadele dikir dema ku dîrok 19ê Cotmeha sala 2003yan nîşan dida rehmet kir. Bi hezaran kes beşdarî merasîma cenazeya wî bûn. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.