Palehiya birinc bi dasan tê kirin

Palehiya birinc bi dasan tê kirin

Li navçeya Sîwereka Rihayê li zeviyên ku bîçer nikarin têkevinê palehiya birinc bi dasan tê kirin.

Li Gundê Şaraptula ku 5 kîlometreya ji Sîwereka Rihayê dûr e gundî, ji ber ku bîçer nikarin birincên di zeviyên bi kevir de bidûrin, bi dasan hewil didin palehiya birincê xwe bikin.

Palehiya birinc bi karkerên zarok û pîrek bi sed zehmetî tê kirin.

Îsa Dîrekçiyê ku xwediyê zeviya birinc e destnîşan kir ew ev bû 4 sal ku birinc diçîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: Birinc li heremeka germ û ava wê zêde digihîje.Me birinca xwe di meha gulanê de çand û bênavber av da û lê gubre reşand.A niha jî em di meha cotmehê de palehiya wê dikin.Ji ber ku zeviyê me bi kevir e, bîçer nikare birincê me bidûre.Ji ber vê yekê em jî digel zarok û pîrekên karker bi dasan palehiya xwe dikin.”

Ji karkerên ku di palehiya birinc de dixebitin Mehmet Kaya(14) jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez di wextên xwe yên betal de ji bo  mesrefa xwe ya mektebê li vir dixebitim.Bi dasan palehî kareke bi zehmet e.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.