Parêzkarê Qeymeqamê Cizîrê çawa hat xelaskirin?
Parêzkarê Qeymeqamê Cizîrê çawa hat xelaskirin, ‘Gelo parêzkar piştî koridora ku ji PKKyiyan hat vekirin re hat serbestberdan?’
Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan Ayhan Kayayê ku parêzkariya Qeymeqama Cizîrê dikir bi operasyoneke ku hatibû kirin hatibû xelaskirin, lê belê di derbarê xelaskirina parêzkar de ji teref tu kesî ve tu daxuyanî nehat dayîn ku ev jî bû sedema pirsa ‘Gelo parêzer piştî koridora ku ji PKKyiyan hat vekirin re hat serbestberdan?”
Hatibû diyarkirin Ayhan Kayayê ku parêzkarê Qeymeqamê Cizîrê yê ku hatibû revandin bi operasyona ku li dijî PKKê di 31ê Çileya 2016an hatibû kirin de hatibû xelaskirin.Lê belê di der barê operasyona ku hatibû kirin de qet daxuyanî nehat dayîn ku ev yek jî bû sedema pirsa ‘Gelo parêzkar piştî koridora ku ji PKKyiyan hat vekirin re hat serbestberdan?’ anî rojevê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên mehelî hatine bidestxistin tê îddîakirin ji bona kesên PKKyîyên muhîm yên ku li Taxa Cûdiyê li Cadeya 23ê di malekî de hatibûn dorpêçkirin koridor hatiye vekirin û ev kes ji vir derketine û dûvre jî kesên PKKyî parêzkar Qeymeqamê Cizîrê Ayhan Kayayê ku di destê wan de rehînê bû serbest berdane.
Qet nedayîna daxuyanî di derbarê vê mijarê de piştgirî da van îddiayên ku hatine rojevê.
Li gor îddîayan ji ber ku korîdor ji kesên PKKyîyên muhîm ên ku hatibûn dorpêçkirin hatiye vekirin 3 an jî 4 PKKyiyên ku ji avahiyê derketine û parêzkar Ayhan Kaya teslîmî polêsan kirine.
Ji rexê din vê li gor agahiyên ku ji çavkaniyên mehelî hatine bidestxistin di wê avahîya ku tê diyarkirin kesên PKKyî tê de ne ji 28 kesan 7 kes mirine, 10 kes birîndar in.Her wiha ji xeynî van 28 kesan, 70 kesên ku ji qadroya çiyê hatine jî di vê avahiyê de ne û 20 kes ji van birîndar in.
Tê diyarkirin kesê binavê Mamo yê ku berpisiyarê komên çekdar ê rêxistinê ye ji teref Murat Karayilan ve hatiye şandin ku ev kes kesên birîndar teslîmî Parlementerê HDPê Faysal Sariyildiz nekiriye û jê re gotibû ku ew vê yekê ji bona propagandayê di destê xwe de digrin.Ji rexê din ve jî hat diyarkirin kesê bi navê Mamo kesên çekdar ên ku ji serê çiyê hatine li wê mala ku qala wê tê kirin kom kiriye û bi wan re di 28ê Çileyê de civînek li dar xistiye.
Li gor agahîyan kesekî ku navê wî kod Fuat e li Taxa Nûrê teqemenîyan bi cî dike piştî ku polês têketiye taxa Nûrê derbasî taxa Cûdiyê bûye têketiye wê mala hemberî Cadeya Bostanciyê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.